Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê destpê kir

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ku dê heta 28’ê Gulanê bidome bi stran, cil û bergên neteweyî û axaftinan destpê kir.

Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya îsal bi hevpariya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolîn û Ramanên Li Ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistan (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrandê destpê kir.

Mîhrîcan îro saet di 12.00’an de li ber Komeleya Ahmet Kaya bi coşeke mezin dest pê kir. Kurdan bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî mîhrîcanê bûn. Jinên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn bi lêdana erbaneya di korteja pêşî de meşiyan. 

Di meşê de hunermendên TEV-ÇAND'ê bi stranên xwe meşvanan coşandin. Her wiha belavokên bi Fransî hatibûn amadekirin di meşê de hatin belavkirin.

Kurdistaniyên ber bi Les Hallesê de meşiyan bênavber bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” berxwedana gerîlayan a li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta malbata Barzanî silav kir.

Dema ku meşvan gihaştin salona Les Halles-Forum des Imagesê li wir axaftin hatin kirin. Dawiyê belgefîlma ji hêla Rojnameger Alî Guler ve li ser dîasporaya Kurd a li Fransayê hatibû amadekirin hate pêşandan.    

Mîhrîcan bi konsera muzîkê ya enstrumantal a Koma Ahengê berdewam kir. Piştî konserê govend hate gerandin.  

Mîhrîcana ku dê heta 28’ê Gulanê berdewam bike. Bernameya 15’ê Gulanê wiha ye; 

Lîstika Teatra Arîn “Gul bê strî nabe” saet di 15:00'an de li Navenda Çandê ya Sidney Bechetê ya ku li navnîşana 2-10 Place Henri Barbusse, 91350 Grignyê ye, dê were pêşandan.