Mehmed Ûzûn li Swêdê hate bibîranîn

Mehmed Ûzûn li Swêdê hate bibîranîn

Di 5’emîn salvegera mirina wêjevanê kurd Mehmet Ûzûn de li Navenda Perwerdehî ya Karkeran bernameyek hate organîzekirin û hevalên Ûzûn yên wêjevan, hunermend û dostên wî amade bûn.

Pêşkêşvaniya wî nivîskar-rojnameger Mustafa Can pêk kir û gelek kesî li gorî wateya rojê axivî. Her wiha ligel wêjevan û hunermendên kurd û Swêdê, şaredarê herêma Sundbyberg ku Mehmet Ûzûn bi salan li wir jiya jî hebû.

Axaftina yekemîn hunermendê kurd Ciwan Haco kir. Haco diyar kir ku Ûzûn dewlemendiyeke mezin tevlî wêje û zimanê kurdî kiriye û hunermendekî bi rumet e. Haco wiha got: “Em dê bi berhemên wî bijîn. Hêjî li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê kurdî tê qedexekirin. Ûzûn rewşenbîrekî ku nasnameya zimanê kurdî da qezenckirin bû. kurd jî dê wekî gelên din rojekî azadiya xwe bidest bixin.”Haco piştre strana ku Ûzûn li ser 5 şervanên kurd yên hatin qetilkirin striya.

Helbestkar Katerîna Frostenson jî got ev sala ku di stuyê wê de diyariya Mehmet Ûzûn e û ji pirtûka Ûzûn a ‘Kulîlkên Hinarê’ hin beş xwend.

LIGEL KU DIZANÎBÛ DÊ SIRGUN BIBE JÎ KURDÎ NIVÎSÎ

Nivîskar û rojnameger Arne Ruth got ew bi salan bi Ûzûn re li heman taxê jiyaye û dostê wî bûye. Ruth wiha got: “Ûzûn kesayetek mînak bû. Ûzûn zimanê xwe ku hatibû qedexekirin ligel hemû zor û zehmetiyan nivîsî. Vê yekê ew her tim da surgunkirin. Ûzûn kesayetek pir baş bû û tu carî ji fikr û nêrîna xwe tavîz nedida. Ji ber vê jî dewleta tirk nekaribû stûyê Ûzûn bide xwarkirin.”

Nivîkarê kurd Omar Sheîkhmours diyar kir ku dema Ûzûn li Amedê tedawî ditît geşedanên civakê dişopand û di radyoya Dengê Amerîkayê de qetilkirina Hrant Dînk û dozên li Orhan Pamuk hatibû vekirin rexne dikir. Shîkhmours wiha got: “Her tirm azadiya firk û ramanê parast. Bi salan berê min alîkarî da du ciwanên kurd Mahmut Baksî û Mehmet Ûzûn û me anîn Swêdê. Ev gelek kêfxweş im. Her duyan jî di wêjeyê de serkeftinên mezin bi dest xist. Di cîhana wêjeya Swêdê de xwe dan qebûlkirin. Mehmet di temenê xwe yê biçûk de ji bo bi kurdî binivîse hewldaneke mezin da. Li Tikriyeyê ligel ku zimanê kurdî qedexe bû jî tiştên ku wêje û berhemên kurdî hîn bû nûjen kir. Rê liber zaravaya Kirmanckî ya romana kurdî vekir.”

Nivîskar Agneta Pleîjel da zanîn ku Ûzûn ne tenê bi wêjeya kurdî bi wêjeya Swêdê re jî eleqeder dibû û kesayetek ku bi berhem bi Swêdî nivîsandibû. Pleîjel wiha got: “Nivîskên Swêdî ji nêz ve dişopand. Dostanî çêdikir. Ligel xebatên wêjeyî ji penaberên ku Kurdistanê dihat re jî dibû alîkar.

TIRKIYE DI PROVAKASYONÊ DE BI SER NEKET

Nivîskar Kjell Esmark jî wiha got: “Ûzûn ji ber ku ziman û çanda kurd parast gelek doz lê hatin vekirin. Ji bo ez hinekan bişopînin ez diçûm Tikriyeyê doz dişopand. Di doza ku Ûzûn tê de dihat darizandin ziman û çanda kurd bi zimanekî wêjeyî diparast û vê yekê jî ez hestiyar dikirim. Ev dadgeh bi beraatê encam bû.

Rojnameger- wergervan Seyitxan Anter jî got Ûzûn wekî penaber hate Stokcholmê û bi armanca ku penaberên polîtîk bîn gel hev hewldanek mezin daye û got di dema cenazeya wî ya li Amedê de glek partî û kurdên ji nêrînên cuda hatine cem hev û ev jî vegeriyaye platformekî. Anter da zanîn ku hemû provakasyonên dewleta tirk vala derketine.

Nivîskar Firat Cewerî diyar kir ku bi nivîskarê Swêdî Marîa Modîg re di 21’ê îlonê de wekî temsiyeta PEN’ê çûne Amedê û wekî çavdêr tevli doza KCK’ê bûne û got girtiyên KCK’ê ev 3 salin di girtîgehan de. Cewerî çavderiyên xwe yên bîranîna salvegera qetilkirina nivîskarê kurd Musa Anter ku 20 sal berê hat kuştin vegot.

Cewerî got ew Ûzûn beriya darbeya leşkerî ya Tikriyeyê ya sala 1980’ê nas dike û bi hevre xebat meşandine.