MED-DER’ê û Partiya Çepên Kesk, Cejna Zimanê Kurdî bi hev re pîroz kir

Bi pêşengtiya Komeleya Lêkolîna Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Çepên Kesk, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê bi şahiyekê li Sûra Amedê hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Çepên Kesk, bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin. Şahî, li navçeya Sûrê li ber buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên jin ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tev li şahiyê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li şahiyê bûn, dowîzên li ser "Ziwanêko azad cuyêka azad", "Ez bi Kurdî dijîm," "Zimanekê azad jiyaneke azad", "Bila Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” û “Zimanê bêperwerdehî ne ziman e” nivîsandî, bilind kirin. Di şahiyê de govend hat gerandin û tim dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Piştî şahiyê daxuyanî hat dayîn

Daxûyaniya hevpar, ji aliyê rêvebira MED-DER’ê Dîlan Guvenç ve hat xwendin

Guvençê, di daxuyaniyê de bal kişand ser Kovara Hawarê ya ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’yan de dest bi weşanê kir û wiha got: “Bi vî awayî 15’ê Gulanê di dîroka neteweya Kurd de bû rojeke dîrokî. Di encama têkoşîna azadiya gelê Kurd a neteweyî de, ev roj di sala 2006’an de, bi ked û hewildanên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP), wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.

Bêguman, ziman ji bo hemû neteweyan xaleke bingehîn û jêneger e, lê wek hemû neteweyên bindest ji bo neteweya Kurd jî sedema man û nemanê ye. Divê em Kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin.”

‘NEKARÎ KURDAN BIQÊDÎNIN’

Guvençê da zanîn ku neteweyên cîhanê ji bo zimanê wan bibe zimanê cîhanê pir bi berferehî dixebitin û wiha pê de çû: “Lê heyf û mixabin zimanê Kurdî ku zimanekê qedîm ê mirovahiyê ye, rû bi rûyê rabûna ji holê ye. Dewletên dagirker, bi sedan sal in ji bo ku bîr û hişmendiya me Kurdan tune bikin û çand, dîrok û zimanê me bi me bidin jibîrkirin bi rêya polîtîkayên bişaftinê yên bi her curî bi hiş û kodên me Kurdan dilehîzin. Dagirkerên ku bi tunehesibandin, êrîş, talan û komkujiyê nekarî Kurdan tune bikin bi rê û rêbazên şerê taybet, bi polîtîkayên bişaftin û entegrasyonê dixwazin me Kurdan ji ziman û hemû nirxên Kurdewariyê dûr bixin û me bikin biyaniyên nirxên me. Li dijî vê yekê, me wek neteweya Kurd, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bi sedan sal in, xwe bi hemû nirx û hêmanên xwe yên kurdewar parastiye, lê hê jî xetereyên mezin li pêşiya me hene.”

DÎROKA KURDAN A QEDÎM

Guvençê diyar kir ku jêderk û çavkaniya Hawara zimanê Kurdî bi qasî dîroka Kurdan qedîm e û ev tişt anîn ziman: “Dema em dibêjin jin jiyan e, em bi wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî ye jî. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil ên dîrokê jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in. Di dîroka gelê Kurd de, ji bo parastin û bipêşxistina ziman û çanda Kurdî û nirxên Kurdewar gelek jinên Kurd di asta pêşengiyê de têkoşîyane û xebatên giring kirine, zêde bedel dane. Li çar aliyên Kurdistanê, jinên wek Mestûre Kurdistanî, Rihan Xanima Loristanî, Celale Xanima Loristanî, Dayê Tewraza Hewramî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Lîza Xanim, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên Kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.”

‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ LI HER DERÊ WERE GEŞKIRIN’

Guvençê, xwest ku têkoşîna parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî li her derê were geşkirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ên vê pêşengiyê bikin, jinên Kurd in. Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekê azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Pêwîst e ku em têkoşîna jiyana azad bi jinên têkoşer ên Kurdîparêz û kurdewar geş bikin; jiyana azad bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nirxên xwe yên kurdewar tacîdar bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku em xwedî li zimanê dayikê derbikevin; divê em di heman demê de bibêjin ku em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derbikevin.Em naxwazin ku êdî ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî tenê bangewaziyan bikin. Ji bo vê jî pêwîst e ku em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke bipêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin; bila zarokên me Kurdan, ciwanên me, nifşên me yên nû bi hişmendiya ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî mezin bibin; bi zimanê xwe bifikirin, biaxivin, bixwînin, binivîsin û bijîn. Ji bo vê divê em têkoşîna ku bi sedan sal in bi awayekê bêhempa tê dayîn li her qadê bilindtir û xurtir bikin. Qet gumana me nîn e ku encama têkoşîna me wê bi ser bikeve û bêhempa be. Bi vê bîr û baweriyê, em di serî de dayik û jinên Kurd ên Kurdîparêz û çandparêz hemû têkoşer û kedkarên ziman û çanda Kurdî bi bîr tînin û bejna xwe li ber hebûn û keda wan a zimanê Kurdî û nirxên Kurdewar ditewînin; Cejna Zimanê Kurdî, li jin û dayikên Kurd û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”

Piştî daxuyaniyê jinên ku tev li şahiyê bûn bi cil û bergên Kurdî ji bo mitînga Amedê ku wê di 13’ê Gulanê de were li darxistin, belavokan belav kirin û gel vexwendin mîtîngê.