Mûzîkjena Tûnisî Amel Mathlouthî ku beşdarî 1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bû diyar kir ku divê kurd di têkoşîna xwe de her tim mûzîkê jî bi kar bînin û got: “Dema ez strana Ehmedo Ronî dibêjim, wekî ku destê min de ala kurd heye, hîs dikim.”
Kûçe û kolanên Amedê bi coşa mûzîkê ya 1’emîn Mihrîcana Mûzîkê ya şa dibe. Di serî de hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê, hunermendên Tirk, Laz, Ereb, Ermen, beşdarî mihrîcanê bûn û coşa gelê Amedê parve kirin. Yek ji vana hunermenda Tûnisî Amel Mathlouthî bû.
Piştî konserek bi coş mûzîkjena Tûnisî Amel Mathlouthî di şevek bedew a Amedê de hêstên xwe bi ANF’ê re parve kir. Mûzîkjena Tûnisî ya ereb di dema hevpeyvîna me de bi hêstên germ dilxweşiya xwe ya ji bo Amedê anî ziman û got ku li tu cihên cîhanê yên din wekî Amedê ew bi ewlehî nagere.
DER BARÊ AZADÎ Û DÎKTATORIYÊ DE
-Rêwîtiya we ya mûzîkê çawa dest pê kir û şêwaza we ya mûzîkê çawa ye?Ez hem stranan dibêjim hem jî besteyan çêdikim. Yekemîn albuma min bi navê ‘Derbarê azadî û dîktatoriyê de axaftin’ di meha çileya derbasbûyî de derket. Ez hewl didim ku di muzîka xwe de senteza rojhilat û rojava deynim holê. Ev jî piranî çavkaniya xwe ji tiştên zarokatiya min de min jiyane digirim. Armanca min ew e ku ez hemû cure muzîken wekî mûzîka klasîk, an jî rock tevlîhev bikim û ji xwe re şêwazek resen biafirînim. Hewl didim ku xewn û xeyalên xwe bi muzîka xwe nexşînim, ji ber ku şêwaza min resen e, piranî dixwazim mûzîkên wekî mûzîkên fîlman çêbikim. Bandora gelek cure muzikan li ser min heye. Bi taybet ez ji muzîka gelêrê pir bandor dike.”
-Hûn mûzîka kurdî çawa dibînin?Mûzîka kurdî hem gelek kûr e hem jî gelek otantîk e. Ji ber wê jî zêde zêde diçe xweşiya min. Her wekî ku xwe digihijîne ruhê min. Stranên kurdî yên şoreşgerî, ên klasîk û stranên gel ên kurdî zêdetirê diçe xweşiya min.
-Beriya niha carek din jî hûn hatibûn Amedê, we Amedê çawa dît?Cara din dema ez hatim Amedê bi rastî ez hinek bi tirst hatibûm. Yekemîn ceribandina min bû min fedî dikir. Lê vê car gelek baştir bû. Min xwe zêdetir nêzî guhdarvanan kir. Ji bo min baştir bû. Min xwest ez heta dawî xwe bi wan re bidim nasîn.
PIŞTGIRIYÊ DIDE DOZA KURDAN
-Gelo hûn pirsgirêka kurd dişopînin?Ez pirsgirêka kurd ji nêz ve dişopînim. Ji ber wê jî ez xwe hem ji kurdan re hem jî mûzîka kurdan re nêzîktir dibînim. Stranên wekî ‘Ehmedo’ gelek diçin xweşiya min. Ez her derê vê stranê dibêjim. Li gor min filîstînî û kurd gelek dişibin hev. Di navbera wan de zêde ferq tune ye. Gelek taybetiyên her du gelan dişibin hev. Nêzî 40 milyon kurd li vir bêyî mafên xwe yên çandî û mirovî dijîn. Ez ji ber vê gelek xemgîn im. Ji têkoşîna azadî û serxwebûnê ya kurdan re ez gelek rêzdar im. Ez daxwazên wan yên demokratîk û mafên mirovan gelek rewa dibînim û piştgirî didim wan. Li gor zanîna min dewlet bi zanebûn bajarên kurdan di nava xizaniyê de dihêle. Ez hêvî dikim ku gelê kurd rojekî wê hemû mafên xwe bi dest bixin.
TÊKOŞÎNA XWE BI MÛZÎKÊ BIDOMÎNIN
Ez di wê baweriyê de me ku DIVÊ kurd têkoşîna xwe bi mûzîkê bidomînin. Bandora mûzîkê li cîhanê pir zêde ye. Dibe ku li gelek cihên cuda pirsgirêka kurd neyê zanîn. Lê dema ez strana ‘Ehmedo’ li cem kurdan an jî li cem tirkan dibêjim heman bandor derdikeve holê. Hêza mûzîkê pir cuda ye. Dikare dengê we bigihîjîne hemû cîhanê. Min Ehmedo li gelek cihên cuda yên cîhanê jî gotiye. Li hemû cihan heman bandor li ser mirovan kiriye.
XWE NÊZÎKÎ AMEDÊDIBÎNIM
-Ji bo gelê Amedê peyamek we heye?Ji ber ku ez car din hatime Amed xwe gelek gelek baş bûme. Ez dema li vir bim qet tu tirsa min tune ye. Hewayekî bi ewle heye. Ez niha dikarim li nava kolanên bajarê Amedê bi tena serê xwe bigerim. Ez xwe gelek nêzî vê axê dibînim. Ji ber malovaniya wan ez gelek spasiyên xwe pêşkeşî gelê Amedê dikim. Gelê Amedê gelek mêvanhezin. Ez li tu derê cîhanê wekî Amedê xwe bi ewle hîs nakim. Min li tu welatan wiha hîs nekir. Dema ez Ehemdo dibêjim wekî ku ala kurdan di destê min de ye hîs dikim.