Beşek mamosteyên zimanê kurdî di 16’ê Îlonê de li bajarê Borlänge yê Swêdê civiyan. Mamosteyên ku ji gelek bajarên wek Stockholm, Botkyrka, Uppsala, Gävle, Vesterås, Norrköping, Mora beşdarî civînê bûn li ser zimanê zikmakî, rê û rêbazên perwerdeyê guftûgo kirin. Li ser alav û pirtûkên perwerdeya bi zimanê kurdî rawestiyan. Civîna ku ji hêla Kurdîska Pedagogisk Centrum (Navenda Pedagojiya Kurdî) û hevkariya ABF ya Stockholmê ve hatibû organîzekirin li Dibistana Mamosteyên Zimanê Zikmakî ya Borlänge nêzîkî şeş saetan dewam kir.
Xebatkarên Navenda Pedagojiya Kurdî mamoste Heqî Balta diyar kir ku, li Swêdê bi awayekî fermî bi zimanê kurdî perwerde tê dîtin, bi sedan mamoste û bi deh hezaran xwendekarên kurd hene, lê heta niha diyalog û organîzasyoneke baş nehatiye avakirin û loma jî pêdivî bi hevnasîn, danûstendina mamosteyan û civînên bi vî awayî hene.
Mamosteyan bi berfirehî li ser zimanê zikmakî, rêbazên perwerdeyê, metodên hîndekariya ku zarokan li zimanê kurdî germ bikin rawestiyan û pêşniyazên cuda anîn holê. Di civînê de hat destnîşankirin ku zarokên Kurdistanê ku ji hemî herêm û zaravayên cuda ne, xwediyê gelek pirsgirêkan in û pêdivî bi rêbazên cuda yên perwerdeyê heye, têgihiştina malbatên kurd di derbarê giringiya zimanê dayikê de û alîkariya wan bi zarokan re pir girîng e.
Di beşekî civînê de li ser metod û guhertinên qanûnî yên girêdayî Saziya Perwerdeyê ya Swêdê hat rawestandin û metodên nû ku li gor zanyariya pedogojiyê werin bikaranîn hatin guftugokirin. Civîna ku nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî Amed Tigrîs jî beşdar bûbû çavdêrî û nîrxandinên xwe yên li Kurdistana bakur, pêşketina di axaftin û bikaranîna zimanê kurdî de çêbûye, pirsgirêkên heyî û girîngiya perwerdeya zimanê kurdî di qanûnan de destnîşan kir. Mamoste Haydar Diljen rewşa perwerdeya kurdî li Swêdê vegot, mamoste Remzî Kerîm li ser amadekirina bernameya zimanê zikmakî rawestiya û azmûnên xwe par kirin. Mamoste Mustafa Uzun, Hakki Balta û Nîşan Bamernî pirtûkên ku li ser zimanê kurdî nuh nivîsîbûn û hatibûn çapkirin dan nasîn. Civîna ku berpirsiyarê ABF yê Stockholmê, berpirsiyarê Beşa Pêşwaziya Şaredariya Borlänge, Rektorê Beşa Zimanê Zikmakî yê Borlänge jî beşdar bûn bi hêvî û daxwaza ku di pêşerojê de mamosteyên kurd bi civînên weha serketî bikaribin werin cem hev, bi xebatên weha bikaribin bi hev re problemên perwerdeyê şîrove bikin, li bersivan bigerin bi dawî bû. Berpirsê Navenda pedagojiyê ya kurdî diyar kir ku ew ê civînên weha li herêmên din ên Swêdê jî li dar bixin.