Lîstika 'Hamlet' bi Kurdî li Enqereyê hat lîstin

Lîstika 'Hamlet' bi Kurdî li Enqereyê hat lîstin

Lîstika bi navê Hamlet ya Şanoya Bajar ya Şaredariya Mezin ya Amedê ku derhêneriya wê Derhênerê Hunerê yê giştî yên Şanoya Rast ya Hollandayê Celîl Toksoz dike li Enqereyê li Sahneya Şînasî hat lîstin.

Lîstika di çarçoveya 16’emîn Mîhrîracana Şanoya Enqereyê ya Navnetewî de hate lîstin, wezîrê çand û turîzmê Ertugrul Gunay, Hevseroka BDP’ê Gultan Kişandan, wekîla koma BDP’ê Pervîn Buldan, cigirê giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek parlamenterên BDP, CHP û AKP’ê, serokên sendîkayan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.

Ji ber eleqeyeke mezin gelek kesî li ser piyan lîstik temaşe kir. Piştî lîstikê dîrektorê mîhrîcanê Yener Aksun ji bo ku wezîrê çand û turîzmê Ertugrul Gunay plaketa spasiyê bide Baydemîr, gazî ser dîkê kir. Baydemîr lîstikvan pîroz kir û diyar kir ku, bi vê lîstikê nîşan daye ku Anatolya û Mezopotamya baxçeyekê rengîne.

Baydemîr destnîşan kir ku, wan Shakespeare bi zimanê qedîm yên şaristanî malbata mirovahiyê kurdî temaşekirine û got: “Ez li hemberî Ehmedê Xanî, Şêx Seîd û heta Mazlûm Dogan bi hurmetim. Îro em li vir bi hev re vê lîstikê temaşe dikin, ev hêviyeke mezin dide me. Ger em vê hêviyê biafirînin dê yek şitleke me, yek ewladekî me neçe bin axê. Hebûna an jî tune bûn. Li cihê ku hebûn heye çima em kesan tune bikin? hêviya min eve ku rojên aştiyane ku em hemû gelên rojhilata navîn bi hevre bijîn.

Ertugrul Gunay jî wiha got: “Ez bawerim ruhê Shakespeare şad bûye. Ji ber ku lîstik bi serkeftsineke mezin hatiye lîstin. Ev lîstika ku bi kevneşopiya Dengbêjiyê hatiye amade kirin; nîşan daye ku çanda ku heta niha hatiye tunekirin û înkarkirin, çiqas tiştên xweş, afrîner û kurd dide me.”

Gunay wiha got: “Kîlimek çiqas rengîne, ax jî; biz iman çand, baweriya ewqas xweşe. Ji bo cîhanê watedare. Hebûna me jî ji çêkirina vê kîlîmê derbas dibe.

Gunay got ku, hêviya wî eve ku êdî di lîstikan de jî lorîn tune be û got bila êdî ev dengên xweş ne lorînan bila stranên aştî û biratiyê bistirin.

Li ser vê yekê Baydemîr mafê axaftinê girt û got: “Bê guman divê êdî lîstikên ji bo yekitî, biratî û aştiyê bên lîstin, lê divê senaryoya vê lîstikê parlamento binivîse.”