Lihevnekirinên di nava YE’yê de ‘pêkanînên li dij Rûsyayê’ dereng dixîne
Lihevnekirinên di nava YE’yê de ‘pêkanînên li dij Rûsyayê’ dereng dixîne
Lihevnekirinên di nava YE’yê de ‘pêkanînên li dij Rûsyayê’ dereng dixîne
Yekîtiya Ewropayê (YE) di hefteya buhrî de der barê Rûsyayê biryara gelek pêkanînan girt lê di alî pêkanînê de dikeve zehmetiyê.
Fînladiyaya ku di aliyê enerjiyê de bi giştî girêdayî Rûsyayê re li dijî van pêkanînan derket û tê gotin xistina meriyetê ya van pêkanînan dê çend rojan bibîne. Rûsya jî dê li qadên ku bûne mijara pêkanînan, giranî bide hilberîna neteweyî.
28 endamên NY’ê Îna buhrî civînek pêk anîn û der barê Rûsyayê de biryara gelek pêkanînan girt. Şîrketên wek Gasprom û Rosneft dê êdî bi rehetî nikaribin ji welatên Ewropa kredî bigirin û her wiha amûrên ku di hilberîna petrolê de tên bikaranîn dê dikevin vê çarçoveyê.
Lê ji bo ku ev pêkanînên NY’ê bikevin jiyanê ne rewşa heyî ya Ukraynayê û ne jî hevsengiya YE’yê musaît e. Yekîtî divê li bendê be ka agirbesta di navbera Ukrayna û komên Rûs de pêk hatiye, dimeşe yan na.
Li aliyê din jî Fînlandiya li dijî biryarên pêkanînê derket û welatên wek Komara Çek û Macarîstan jî diyar dikin ku ev biryar tu fêdeya wan tune. Pêkanînên ku divê erêkirina 28 hikûmetên endam bigire, Fînlandiya li dijî van biryara derdikeve.
Serokê Fînlandiyayê Alexander Stubb der barê mijarê de ji çapemeniyê re axivî û got ku encamên van pêkanînên YE’yê nayê texmînkirin.
Serokê Konseya YE’yê Herman Van Rompuy jî duh daxuyaniyek da û got ku wê pêkanîn di rojên pêş de bikeve meriyetê û ev jî dê derfet bide wan ku plana agirbest û aştiyê bibînin.
Li gorî agahiyên ji dîplomatên paye bilind yên YE’yê hatiye girtin, sefîrên yekitiyê ji bo mijara pêkanînê ji nûve nîqaş bikin dê sibê bên cem hev.
RÛSYA JI NIHA DE LI DIJÎ PÊKANÎNAN TEDBÎRAN DIGIRE
Pêkanînên li dijî Rûsyayê, li Moskovayê heta niha rê li ber guherîna polîtîkayê venekir. Serokwezîrê Rûs Dîmîtrî Medvedev axivî û dibe ku hatina balafirên YE’yê qedexe bikin.