Lîderê nû yê Partiya Karker a Îsraîlê hate hilbijartin
Lîderê nû yê Partiya Karker a Îsraîlê hate hilbijartin
Lîderê nû yê Partiya Karker a Îsraîlê hate hilbijartin
Ji bo lîderiya Partiya Karker a Îsraîlê Îsak Herzog ê modernîst hat hilbijartin. Herzog ê berê wezîr bû, li şûna Sehlly Yachîmovîch ê ji gotinên xwe yê li hemberî Netanyahu venedigeriya, hat hilbijartin.
Hilbijartina Herzog, ji bo çareserkirina rageşiya navbera hikûmeta koalîsyonê û partiya karker, weke firsendeke baş ji aliyê endamên Partiya Karker a Îsraîlê ve tê nirxandin.
Îsak Herzog ku kurê yek ji serokên berê yê Îsraîlê Chaîm Herzog e, da xuyakirin ku ji bo partiya karker cihê xwe yê heq dike li arena polîtîk bigire, ewê bixebite. Ji sala 1948'an dema avabûna dewleta Îsraîlê û vir ve Partiya Karker bi dehan salan welat birêve bir. Her wiha mora wê li binê gelek peymanên aştiyê yên demî yên bi Fîlîstîniyan re heye.
Partiya Karker li Knesset (Parlamenta Îsraîlê) ya ji 120 kursiyan, xwedî 15 kursiyan e.