Li Yewnanîstanê greva giştî
Li Yewnanîstanê greva giştî
Li Yewnanîstanê greva giştî
Li Yewnanîstana ku di bin zexta Yekîtiya Ewropayê û îMF’ê de ye, peşnumeya qanûnî ya xizmetên gelemperiyê ji nû ve sererast dike, beriya li Meclîsê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin greva giştî hat îlankirin.
Sendîkayên esasî yên welêt ji bo îro greva giştî îlan kirin û bi dirûşmaya, “Em ne hejmar in, karker in” banga derketina kolanan kir. Ev bangawazî ji sendîkaya komunîst PAME, ji sendîkaya sektora taybet GSEE û sendîkaya memuran Adedy hat.
Vê sibê trenan kar nekir. Li Atînayê ji saet 08.00'an heta 20.00’an wê otobus, troleybüs û hwd. maşîneyên veguhestinê kar nekin. Metro dixebitin, lê belê ji ber xwepêşandanên îro wê sê îstasyonên li navendê bên girtin.
Di pêşnumeya ku tê payîn êvara Çarşemê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin de di mijara lîberalbûyîna sektora taybet de tedbîran werdigire.