Li Wanê mîhrîcana film a ‘dilşkestî û tenê’!

Li Wanê mîhrîcana film a ‘dilşkestî û tenê’!

Yekemîn Mîhrîncana Filman a Gola Wanê ya Navnetewî duh êvarê destpê kir. mîhrîcana ku dê di navbera 16-22’an de pêk were serokatiya juriyê derhêner Yeşîm Ustaoglu dike û îsal tenê Gola Wanê li ber çavan hatiye girtin û bi navê ‘Ji bo Wanê…’ konsept hat avakirin. Di mîhrîcanê de 14 film ji bo ‘ Xelatên sînemaya încî kefalî’ dê têbikoşin. Bajarê ku erdhêjê lê da û niha kelecaneke dilşkestî heye, mijara demê ya pêkanîna mîhrîcanên ku di zivistanê de pêk tê rexne dikin û rayedarên mîhrîcanê jî diyar kirin ku, ji ber gengeşiya di navbera saziyên burokratîk yên fermî yên bajar, piştgirî ji bo mîhrîcanê nehatiye û tenê hatine hiştin.

Bi hevkariya Şêwirmendiya Huner û Çandê ya Bajar û Komeleya Sînema û Aşatiyê cara yekemîn îsal Mîhîrcana Gola Wanê ya Navnetewî duh êvarê li Navenda Çanda Wanê bi kokteylekê û nîşandana filmê derhênerên ciwan Seyfî Teoman ku di meha gulanê de jiyana xwe ji dest da ya bi navê ‘Bê çaretiya me ya mezin’ dest pê kir. mîhrîcana ku dê hefteyekê bidome, bi nîşandana film û semîneran dê bidome. Di çarçoveya mîhrîcanê de xebatên atolyeyê jî ji ber sedema kêmasiya teknîkî û zehmetiya cih îsal pêk nayê.

Derhêner Yeşîm Ustaoglu serokatiya Juriyê dike. Bi giştî 14 film dê bên nîşanda û di çarçoveya ‘Xelatên sînemayê yên încî Kefalî’ de ji bo filmên metraja dirêj 1’emîn, 2’emîn û 3’emîn û mansiyon hat diyar kirin û dê pere û plaket bê dayîn. Di beşa ‘Derhênerê herî baş, lîstikvanê herî baş yê mêr, lîstikavana herî baş ya jin, senaryoya herî baş, derhênerên herî baş yê dîmen, muzîka herî baş, derhênerên hunerê yê herî baş’ de dê plaket bê dayîn.

Koordînatorê Giştî yê Mîhrîcanê Bager Oguz Oktayder barê amadekirina mîhrîcanê û der barê planên pêşerojê yên der barê mîhrîcanê de ji ajansa me re axivî.

Oktay da zanîn ku armanca pêkanîna Mîhrîcanê eve ku bername û faliyetên sînema û hunerê li bajarê Wanê zêde bike û ji bo gelê herêmê di atolyeyan de der barê hişmendiya sînemayê fêrbûnekê çêbikin û gel teşvîkê temaşekirina sînemayê bikin. Oktay diyar kir ku her wiha ew dixwaizn bi semîner û filmên cuda dixwazin di qada çandî de gel aktîf bikin û wiha got: “Hewldana me ve ku em hunermendên sînemayê li Wanê bînin cem hev û di qada navnetewî de prestîja bajar derxînin pêş û di qada çandî de nirxa wê derxînin holê.”

MIHRÎCANA ‘BÊ XWEDÊ’!

Wana ku niha şert û mercên wê yên zivistanê zehmet e mîhrîcan lê pêk tê û ji ber ku yekemîn car pêk tê gel hezkiriyên sînemayê kêfxwşin. Rayedarên mîhrîcanê diyar dikin ku dema mîhrîcanê şaşe û gotin wan dê di meha îlonê pêk bianiya lê ji berk u nêzîkatiya wezareta Çandê neçar mane taloq bikin.

Oktay got ew ji bo mîhrîcanê di alî saziyan de tenê mane û wiha got: “Di serî de wezareta çandê û hemû saziyên fermî piştgirî neda me. me ji bo fon serî li wezaretê da. Lê nedan me. walîtî û şaredariyê jî piştgirî neda me. em di nav gengeşiya burokratîk de man. ger şaredar Bekîr Kaya nehatiba girtin dê piştgirî bida me. lê mixabin niha girtiye.

BILA GEL AVAHIYÊN BETON NE, FÝLM TEMAŞE BIKE

Oktay got ew bi vê mîhrîcnê dixwazin hişmendiyeke cuda bi ciwanên bajar bidin qezenckirin û wiha got: “Sala borî Wanê êşek mezin jiyan. Me xwest em morelek biçûk be jî bidin wan. Wan bû bajarê mezin. Du salonên wê yên sînemeyê hene. Yek jî dê ji ber bê eleqebûnê bê girtin. Me dê di meha îlonê de bikira. Lê wezaretê fon neda me. em ji vir şûnde dê di îlonê de bikin. dema mirov li Wanê dinêrin hemû kahwe dije ne. gel tenê avahiyên beton temaşe dike. lê em dixwazin êdî film temaşe bikin.”