Li Viyanayê rojên fîlmên kurdî dest pê kir

Li Viyanayê rojên fîlmên kurdî dest pê kir

Li Viyanayê bi pêşengiya FEY-KOM’ê di navbera 7-11’ê mehê de 7’emîn Rojên Fîlmên Kurdî tên lidarxistin. Rojên filman bi pêşandana filmê derhêner Zeynel Dogan û Orhan Eskîkoy ‘Dengê Bavê Min’ dest pê kir.

Di van salên dawî de hunera kurd li ji heynî çar parçeyên Kurdistanê li welatên cîhanê jî bi eleqeyeke mezin tê şopandin. Yek ji van çalakiyên navborî jî ku îsal cara 7’emîn e li dar dikeve; li Viyanayê Rojên Fîlmên Kurdî ye.

Ev organîzasyon ango 7’emîn Rojên Fîlmên Kurdî di navbera 7-11’ê berfanbarê de li paytexta Awusturya Viyanayê tê lidarxistin. Yekemîn “Rojên Fîlmên Kurdî” li vî bajarî di sala 1999’an de bi piştgiriya saziyên kurdan ên li Viyanayê hatibûn lidarxistin û êdî hema hema her sal rojên fîlmên kurdî tên lidarxistin.

Bi riya vê çalakiyê kurdên Awisturyayê û hezkiriyên sînemayê derfeta temaşekirina fîlmên kurdî yên nû dibînin. Rojên fîlmên kurdî yên îsal jî bi organîzasyona Federasyona Komeleyên Kurd li Awusturyayê (FEY-KOM) tên amadekirin.

DENGÊ BAVÊ MIN

7’emîn Rojên Filmên Kurdî vekirina xwe bi fîlmê Zeynel Dogan “Dengê Bavê Min” kir. Filmê Zeynel Dogan û Orhan Eskîkoy ê bi navê “Dengê Bavê Min” piştî Mîhrîcana Fîlman a Rotterdamê di meha nîsanê de beşdarî 31’emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû û Xelata Senaryoya Herî Serketi wergirtibû. Film li Mereşê, bi kurdiya Mereşê, bi dengê bavekî ku çûye xerîbiyê; komkujiya Mereşê, kurê ku temaşevan jê fêm dikin ku çûye çiyê û çîroka birayê din ku dikeve dû çîroka wan; bi gotineke din dikeve pey çîroka xwe; tevî dayika xwe, çîroka serdemekê, kîteyên ji 30 salên dawî nîşan dide.

Di berdewama bernameyê de wekî din fîlmên wekî “Zarokên Helepçe yên Winda”, “Bawke”, “Ez firiyam, tu mayî li cih”, “Evdalê Zeynikê” û gelek fîlmên din tên nîşandan.