Li Venezûela'yê di girtîgehê de pevçûna çeteyan: 16 mirî

Li Venezûela'yê di girtîgehê de pevçûna çeteyan: 16 mirî

Di girtîgeheke li rojavayê Venezûela'yê de, di encama pevçûna navbera mehkûman de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîra Girtîgehan Îrîs Varela da xuyakirin ku di Girtîgeha Sabaneta ya li bajarê Maracaibo de, 15 mehkûm di pevçûna navbera du komên çete û mehkûmek jî di bûyere cuda de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Çavdêriya Girtîgehan a Venezûela'yê jî diyar kir ku serê hin mehkûman hatine jêkirin, hin jî wan jî parçe parçe hatine kirin.

Li girtîgeha Sabaneta ku duyemîn girtîgeha herî mezin a welêt e, 4 hezar mehkûm lê tên ragirtin.

Di girtîgehên li Venezûela'yê de ku gelekî qelebalix in, çeteyên ji mehkûman hene. Gardiyan jî tên tewanbarkirin ku çek û narkotîkê difiroşin çeteyan.

Bi tenê di bûyerên par ên li girtîgehan de 591 mehkûman jiyana xwe ji dest dabûn, hezar û 132 kes jî birîndar bûbûn.