Li Vatîkanê ji bo Heskîfê çalakiyek hunerî hate lidarxistin

Komeke hunermend li dijî hilweşîna Heskîfa dîrokî li Vatîkanê çalakiyeke hunerî lidarxist.

Hunermendên koma “Compagnie bien à vous Armanc Kerborani” li Vatîkan ku weke dilê alema Xirîstiyanan tê nirxandin çalakiyeke hunerî lidarxistin. Dîmenên çalakiyekê ji di tevnên civakî de hatin parve kirin.

Heman komê beriya niha bi piştgiriya wênekêş û rojnameger Zehra Dogan roja 27’ê Hezîranê li pêşiya muzeya Louvres a Parîsê û roja 13’ê Tîrmehê jî li muzeya Pergamûm a Berlînê çalakiyekî hunerî lidarxistibûn.

Koma “Compagnie bien à vous Armanc Kerborani”  ku navenda wê li Fransayê ye daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dîrokekî 12 hezar sal a Heskîfê heye û Heskîf gelek baweriyên pîroz dihewîne.  Komê diyar kir ku li Heskîf şopên Zerdeştî, Êzidî, Yahûdî, Xiristiyanî û Misilmaniyê heye û got; “Niha gef li ser Heskîfê heye. Eger em tiştekê nekin, bajêr û xakên berhemdar wê di nava ava Bendava llusûyê  ya projeya 50’î salî de bimîne.”

Komê diyar kir ku wê qebûl nekin ku dîroka bi hezaran sal dibin avê de bimîne û banga xirakirina bêdengiyê kirin.