Li Ûrûgûayê esrar qanûnî bû

Li Ûrûgûayê esrar qanûnî bû

Li Ûrûgûayê hikûmetê pêşnûme qanûna ku li welêt esrarê serbest dike, di meclîsê re derbas kir. Bi biryarê re Ûrûgûay bû welatê duyemîn ku lê esrar qanûnî ye.

Hikûmeta Jose Mûjîca diyar kir ku qanûna hatiye amadekirin dê 'deriyê karê yê bazirganên narkotîkê bigire û kesên narkotîkê bikar tînin, ji madeyên girantir dûr bixîne.' Bi qanûna li welêt re dewletê di warê pratîkî de karê, kirîn, firotin û çandina esrarê girt ser milê xwe.

Qanûn vê erkê bi van gotinan pênase dike; "Kontrol, erkên îthalat û îxracatê, çandin, paleyî, hilberîn, ragirtin, firotin û belavkirina esrar û madeyên wê, di destê dewletê de ye."

Yên bixwazin esrarê bikirin divê 18 sal derbas kiribe û qeydek xwe hebe.

Ev kesên mijara gotinê, dê her meh karibin li dermanfiroşên xwedî destûra taybet 40 gr marîhûana bikirin an jî li mala xwe 6 şitlê wan biçînin.