Li Ûkraynayê pevçûnên nû
Li Ûkraynayê pevçûnên nû
Li Ûkraynayê pevçûnên nû
Polîsê Ûkraynayê, bi danê sibê re ji bo valakirina Meydana Rizgariyê ket nava tevgerê. Yekîneyên polîsên taybet ên ketin hundirê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kîevê, ku ketiye destê mûxalîfan, ji aliyê çalakgeran ve hatin derxistin. Wezîrê Karên Hundir diyar kir ku ewê operasyoneke giştî lidar nexin.
Li gorî mûxalîfan bi sedan polîs hatin pêş avahiya şaredariyê. Yekîneyên polîsan dema bi otobusan xwe nêzî avahiya şaredariyê kirin, ji aliyê çalakgeran ve hatin dorpêçkirin. Hat ragihandin ku li gel destwerdana polîsan jî, polîs neçar mane danê sibê xwe ji herêmê vekişîne.
WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: DÊ LI HEMBERÎ MEYDANÊ OPERASYON NEYÊ KIRIN
Wezîrê Karên Hundir Vîtalî Zakharşenko da xuyakirin ku polîs dê li hemberî çalakgeran operasyoneke giştî lidar nexin û got, "Ez dixwazim her kes aram be. Li hemberî meydanê wê operasyon neyê kirin. Dê ti kes mafê xwepêşandana aştiyane binpê neke. Lê belê mafên welatiyên din jî hesab bikin."
Beriya niha wezîfedarên yekîneyên taybet Berkût û leşkeran kordona li dora Meydana Rizgariyê ya li kolana Îstîtutskaya ya Kîevê rakiribûn. Polîs nîvê şevê ji sê aliyan ketin Meydana Rizgariyê û beşek ji bendên xwepêşandêran rakirin.
Di destwerdana nîvê şevê de di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket. Çapemeniya Ûkraynayê ragihand ku ji her du aliyan ve birîndar hene û gelek ambûlans çûne meydanê.
Ev destwerdana dawî ya polîsan, piştî hevdîtina roja Sêşemê ya di navbera Nûnera Payebilind a Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton û Serokdewletê Ûkraynayê Vîktor Yanûkovîç, rû da. Her wiha ji bo Ûkraynayê hewldanên dîplomatîk zêde dibin.
Nûnera Payebilind a Karên Derve ya Yekitiya Ewropayê Catherîne Ashton di danûstandinên xwe yên li Kîevê de bi Yanûkovîç re hevdîtineke nêzî 3 saetan kir. Alîkara Wezîrê Karên Derve ya DYA ya ji Karên Ewropa û Avrasyayê Berpirsyar Vîctorîa Nûland li paytexta Rûsya Moskowayê bi rayedaran re hin hevdîtin kir.
Yanûkovîç jî ji bo ji krîza siyasî ya li Ûkraynayê re çareyekê bibîne, bi sê serokdewletên berê re hevdîtin kir. Berdevkê yek ji serokdewletên berê Vîktor Yûçşenko yê tevlî hevdîtinê bû daxuyaniyek da rojnameyekê û got, "Ev hevdîtin gava destpêkê ye ji bo hikûmet û nûnerên mûxalefetê li dora maseyekê bicivin."
Di hevdîtinê de Serokdewlet Yanûkovîç rawestandina Peymana Hevkariya bi Yekitiya Ewropayê re parast û diyar kir ku ev peyman zerareke mezin dide sektora çandiniyê ya li Ûkraynayê, lewma ewê ji vê polîtîkaya xwe venegere.