Li Tunusê ji krizê re çareseriya demî: Serokwezîrekî demî yê ‘bêalî’

Li Tunusê ji krizê re çareseriya demî: Serokwezîrekî demî yê ‘bêalî’

Li Tunusê ji kriza desthiladariyê ya ku bi mehan bû didoma çareseriya demî hat dîtin. Desthiladariya Îslamcî-muhafazakar li gel partiyên laîk di hevkirinekî de ji bo serokwezîrekî bê alî Wezîrê Pîşesaziyê Mehdî Cuma anîn li ser kar.

Li Tunusê ya ku ji bihara Ereban re pêşengî kirî ji bo aramaniya siyasî xebat tên meşandin.  Desthiladariyê û partiyên muhalefetê li ser hikûmeta nû ya ku demkî welat bi rêve bibe li hev kirin. Li gorî vê di planên ji bo sala 2014’an de hatîn li darxistin de wê heya hilbijatinên bên ji hikûmeta heyî Wezîrê pîşesaziyê Mehdî Cuma kirin Serokwezîrê demî.

RAYAGIŞTÎ NASNAKE

Mehdî Cuma yê 51 salî siyasetmedarekî dinava raya giştî de kêm tê naskirin û têkiliya wî li gel tu partiyên siyasiyên heyîn nayê xuya kirin. Cuma yê mehendîzê Mekanîkê  kampanyaya Fransayê ya Enerjiyê Totalê de xebitî ye. Mehdî Cuma di hikûmeta ji aliyê Serokwezîrtiya Elî el-Ureydê de hatî avakirin bibû wezîrê Pîşesaziyê.

3 SALAN PIŞTÎ ŞOREŞÊ JÎ ARAMÎ NÎNE

Protestoyên ku ji Kanûna sala 2010’an ve destpêkirî û ji bo ‘Bihara Ereban bûyî ronahî ‘ ku li Tunusê Zeynal Abidîn bin Elî ji desthildariyê anî xarê aramî hîn jî pêk nehatiye. Li welet partiya Ennahda ya ku di hijbartinan de bi ser ketî û hikûmet avakirî li şûna rê ji çareseriya pirsgirêkan re bibîne, li cihê wê serî li siyaseta rengê îslamî dabû.  Li Tunusê Çepgira, kesîmên laîk û jin û parastvanên mafê mirovan ev siyaseta wî rexne kirî bû.

Piştî di meha Sibatê de ji aliyê milîtanên Selefiyan ve Şukru Belayiz hate qetilkirin û protesto hatin liderxirxin Serokwezîr Hammadî Cîbalî neçarma ku istifa bike. Di meha Tirhemê de jî Siyasetmedarekî din yê Ereban Mihamed Îbrahîmî hat qetil kirin. Di vê demê de jî li gelek bajaran xwe pêşan dan pêk hatin.

Piştî istafaya Hammadî Cîbalî hikûmet a ku dibin Serokwezîriya  Elî el-Ureyd ve hatî avakirin bi mehan li gel muhalefetê hevdîtin çêbûn. Piştî hevdîtinan ji bo hilbijatinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî biryar girtin. Meclisa ku di sala 2011’an de hatî avakirin jî wê xebatên xwe yên diderbarê mekezagonê de bidomîne.