Li Taylandê mûxalefet qeydên hilbijartinê asteng dike
Li Taylandê mûxalefet qeydên hilbijartinê asteng dike
Li Taylandê mûxalefet qeydên hilbijartinê asteng dike
Li Taylandê mûxalefet pêşî li kar û barên qeydê yên ji bo hilbijartinên 2'ê Sibata 2014'an digire. Li dû protestoyên bi mehan ên li Taylandê Serokwezîr Yînglûck Şînawatra dabû xuyakirin ku wê di 2'ê Sibatê de hilbijartinên pêşwext werin kirin. Mûxalefet ji bo pêşî li serlêdanan bigire, ketin û derketina navenda serlêdanê ya hilbijartinê dagir kiriye.
Duh bi dehhezaran mirov, ji bo îstifa serokwezîr li kolanan bûn. Serokwezîr Şînawatra jî ji bo dawî li tengezariya bi mehan bîne dabû xuyakirin ku wê di 2'ê Sibata 2014'an de hilbijartinên pêşwext werin kirin. Lê belê Partiya Demokrat a li mûxalefetê biryar da hilbijartinan boykot bike. Serokwezîra niha Yînglûck xwişka serokwezîrê berê karsaz Thaksîn Şînawatra ye, ku malbata wan ji sala 2001'an û vir ve li Taylandê hilbijartinan qezenç dike. Partiya Demokrat bi boykotkirina hilbijartinan re dixwaze dawî li 'sîstema Thaksîn' bê anîn.
Şînawatra desteka herêmên çandiniyê jî werdigire ku herêmên herî xizan ên welêt e. Her wiha tê bawerkirin ku Şînawatra karsazeke baş e û di mijara xizmetên tenduristiyê de reform kiriye.
Li aliyê din jî tê gotin ku Thaksîn Şînawatra bac nedaye û rexne tê kirin ku ji bo hilbijartinan qezenç bike bertîlê dide. Hewldanên dewlemendkirina derdor û malbata Thaksîn Şînawatra di mijara hewldanên hilweşandina monarşiyê de jî tê tawanbarkirin.
Li Taylandê ku duyemîn hêza mezin a Asyayê ye, nediyariya polîtîk û protesto bandoreke neyînî li aboriyê dike. Pereyê Taylandê ji Adara 2010'an û vir ve li pêşberî dolar daket asta herî nizm.
Di Partiya Demokrat a çalakiyên protestoyî organîze dike de senatorekî bi navê Sûthep Thaûgsûban derdikeve pêş. Senator bang li alîgirên xwe kir ku kesên dixwazin di hilbijartinan de namzetiya xwe deynin, asteng bikin. Serlêdanên ku îro destpê kir, tê payîn hefteyekê dewam bike.
Li paytext Bangkokê, stadyûma lê qeyd bê kirin ji aliyê mûxalîfan ve bi temamî hatiye dorpêçkirin.
Ji danê sibê ve nûnerên 34 partiyan ji bo kar û barên qeydê li stadyûmê bûn. 9 ji wan karîbûn qeydê çê bikin, 25 kes jî nekarî vê bikin. Eger hejmara serlêdanan kêm be, dibe ku dema vî kar û barî bê dirêjkirin.
Polîs jî protestovanan hişyar dikin ku dikarin li cezayê hepsê û cezayên pereyê giran rast bên.
Xwişka Serokwezîrê berê Thaksîn Şînawatra ji sala 2008'an û pê ve pêvajoyeke asayî ya serokwezaretiyê derbas kir. Lê belê piştî ku qanûneke efûya giştî ya kekê wê yê ji sala 2008'an û vir ve li derveyî welat e digire nava xwe xist rojevê, mûxalefetê nerazîbûn nîşan da.
Tevî ku hin rojan zêdeyî 160 hezar kes beşdarî protestoyan bûn jî, ev yek nebû asteng li pêşiya karên hikûmetê.