Li Swîsreyê festîvala zarokên Kurd

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê ji bo zarokên Kurd festîvalek pêk hat.

Festîvala Zarokan li bajarê Winterthur ê Swîsreyê pêk hat.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Winterthurê festîval pêk anî û qala girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê kir. Di festîvalê de çalakiyên ji çand û hunera Kurdî jî hatin pêşkêşkirin.

Qisekerê ku bi navê komîteya amadekar a festîvalê axivî anî ziman, bi kursên xwe yên meha Adarê dest pê kirin ew dixwazin bersivê bidin êrîşên li dijî zimanê wan ê dayikê û niha dersê didin derdora 30 xwendekarî.

Qiseker got, "Dibe ku tenê bi çend saetên nava hefteyê em nikaribin bi têrkerî bersivê bidin êrîşên dijî çand û zimanê xwe, lê belê qet nebe em dixwazin ji bo zarokên xwe zemîneke ziman û çanda xwe biafirînin. Bi vê armancê karê ku em dikin gelekî girîng û pêwîst e."