Li Swêdê roja Yekşemê hilbijartin tê kirin
Li Swêdê roja Yekşemê hilbijartin tê kirin
Li Swêdê roja Yekşemê hilbijartin tê kirin
Li Swêdê hilbijartinên herêmî û giştî yên her çar salan carekê tên kirin, dawiya vê hefteyê roja Yekşemê pêk tên. Hilbijêr wê biçin ser sindoqan û ji bo nûnerên xwe yên çar salên pêş ên li meclîsên giştî yên bajêr, şaredarî û parlamentê, deng bikar bînin.
Swêd ev 8 sal in ji aliyê hikûmeta koalîsyonê ya ji çar partiyên rastgir ve tê birêvebirin. Li gorî lêklîneke dawî ya ji aliyê Televîzyona Swêdê ve hat kirin, asta rêjeya dengan a di navbera 4 partiyên hikûmetê û sê partiyên mûxalefetê yên xwe weke Koalîsyona Sor-Kesk bi nav dike, kêm bûye. Cudahiya di navbera her du blokan de ku di mehên dawî yên par de ji sedî 15 bû, daket ji sedî 6,5'an. Rêjeya giştî ya dengên partiyên hikûmetê ji sedî 39,4, rêjeya dengên partiyên mûxalefetê ji sedî 45,9 e. Di hilbijartinan de heman encam bi dest bikeve jî zehmet e ku di navbea Partiya Karkera a Sosyal Demokrat, Partiya Çep û Partiya Hawirdorê de hikûmetek bê avakirin. Partiya nîjadperest Demokratên Swêdê ku tê payîn derdora ji sedî 10 ê dengan bistîne, dikeve rewşa partiya diyarker.
Di hilbijartinên roja Yekşemê de ji bajarên cuda yên Swêdê 28 Kurdistanî wê hewl bidin bikevin Parlamenta Swêdê. Vê gavê li parlamentê ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Shadiye Haydarî û Roza Guçlu Hedîn, ji Partiya Çep Amineh Kakabaveh, ji Partiya Keskan a Hawirdorê Jabar Amîn, ji Partiya Gel Îsmaîl Kamîl parlamenter in. Her pênc parlamenter dîsa namzet in û tê payîn ku şûna xwe biparêzin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Abdullah Devecî, ji Gevleborgê Jîn Akgul Haco, ji Uppsala Yekbûn Alp ji Partiya Çep namzetên parlamenteriyê ne.
Di nava Kurdên hewl didin bikevin parlamentê de li Stockholmê ji Partiya Keskan a Hawirdorparêzan Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî, ji Partiya Karker a Sosyal Demokrat Lawen Redar û ji partiya Gel Gulan Avci jî hene.
Li gelek bajarên Swêdê, gelek Kurdistanî jî ji bo endametiy Meclîsa Şaredariyê û Meclîsa Giştî ya Bajêr namzet in. Hejmara Kurdistaniyên namzet baş nayê zanîn, lê belê bi qasî di çapemeniya Swêdê de tê xuyakirin, ji bo bên hilbijartin xebateke berfireh dimeşînin.