Li Swêdê êrîşên nîjadperestan ên li dijî mizgeftan zêde dibin

Li Swêdê êrîşên nîjadperestan ên li dijî mizgeftan zêde dibin

Li gorî encamên çavdêriyên dawî yên raya giştî li Swêdê, partiya nîjadperest ya ku xebatên dijber yên  li hember koçberan û misilmanan dixe navenda xwe û van xebatan ji xwere bingeh digire, “demokratên Swêdê”  rêjeya dengên xwe ji  % 10 derbas kiriye. Li welêt êrîşên li dijî mizgeftan jî zêde bûn. 

Meha derbasbûyî li taxa Fîttja ya Stockholmê acmên mizgeftê hatin şikandin, êrîşkaran lingê berazan avêtin hundirê mizgeftê. Li dijî mizgeftên li bajarên Goteborg û Trollhattanê jî êrîş hatin kirin. Rayedarê polîsan diyar kir ku di êrîşa duh a li bajarê Trollhattanê de êrîşkaran seriyê berazekî danîne pêş deriyê mizgeftê.

Serokê mizgeftan anî ziman beriya niha jî du caran mizgeft rastî êrişên wisa hatiye û diyar kir ku ji ber êrîşkar dizanin Misilman goştê berazan naxwin bi zanebûn serî li vê rêbaza êrîşê didin. Serokê mizgeftê êrîş weke rewşeke hovane binav kir û anî ziman ku divê ti kes vê neke. Serokê mizgeftê anî ziman ku ew naxwazin pirsgirêkê mezin bikin, ji ber ku ew ji ezmûnên xwe dizanin çiqasî mijar were nîqaşkirin, dê êrîş jî ewçend zêde bibin.

Berdevkê Çapemeniyê yê Polîsan Bjor Blîxter jî da xuyakirin ku êrîşên mîna vê dem di dem rû didin û beriya Noelê êrîşên li hemberî mizgeftan zêde bûne. Blîxter anî ziman ku herî dawî li hemberî mizgefta li taxa Hîsînge ya Goteborgê êrîşeke bi vî rengî pêk hatiye.

"Konseya Pêşîgirtina li Sûc" (BRA) dabû xuyakirin ku sûcên nefreta misilman û cihûyan zêde bûye. Di sala 2013'an de sûcên nefretê yên ji polîsan re hatin ragihandin, li gorî salek berê ji sedî 7 zêde bûye. Herî zêdeyî sûcên nefretê yên li dijî misilmanan zêde bûne.