Li Swêdê di hikûmeta nû de cih ji Partiya Çep re nehat dayîn

Li Swêdê di hikûmeta nû de cih ji Partiya Çep re nehat dayîn

Partiya Çep a ku beriya hilbijartinên li Swêd, li bendê bû bi serketina 'Bloka Sor-Kesk' re ew ê di nava hikûmeta nû de bibe xwedî wezaretan, ya li bendê bû bi dest nexist.

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt, piştî ku bi lîderê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Stefan Lofven ê bi avakirina hikûmeta nû hat wezîfedarkirin re hevdîtin kir, daxuyaniyek da çapemeniyê. Sjostedt diyar kir ku Lofven nexwestiye Partiya Çep di nava hikûmeta nû de cih bigire û derî temamî li Partiya Çep girtiye.

Sjostedt got, "Bi awayekî vekirî got na. Me destê xwe dirêj kir, lê wan bi destê me jî negirtin" û anî ziman ku ew ji ber vê nêzîkatiyê xemgîn in û demokratên sosyal jî bi qebûlnekirina wan re şaşitiyeke mezin dike.

HIKÛMETÊ WINDA KIR LÊ MÛXALEFET BI SER NEKET

Di hilbijartinên roja Yekşemê de her 4 partiyên hikûmetê deng winda kirin û partiyên mûxalefetê yên bi navê "Bloka Sor-Kesk" nekarî dengê xwe zêde bikin. Hikûmetê winda kir, lê yê qezenç kir ne Partiya Kakeran a Sosyal Demokrat, Partiya Hawirdorparêz a Keskan û ne jî Partiya Çep bû. Yê qezenç kir Demokratên Swêdê bûn ku nîjadperest û dijminê biyaniyan e. Demokratên Swêdê ku li Swêdê bû sêyemîn partiya herî mezin, di heman demê de veguherî partiya diyarker.

Partiya nîjadperest li gorî hilbijartinên sala 2010'an dengê xwe bi du qatan zêde kir û bi wergirtina ji sedî 12,9 ê dengan re hejmara kursiyên xwe ji 20'an derxist 48'an. Partiya Mûxafazakar a mezintirîn hevalparê hikûmetê ye ji sedî 6,9 ê dengan winda kir û daket rêjeya ji sedî 23,2. Hevparên din ên hikûmetê Partiya Gel ji sedî 1,7, Demokratên Xiristiyan ji sedî 1 û Partiya Navendê ji sedî 0,5 ê dengan winda kirin.

Partiya Karkera a Sosyal Demokrat bi zêdehiya rêjeya ji sedî 0,6 derket ji sedî 31,3, Partiya Çep bi zêdehiya ji sedî 0,1 derket ji sedî 5,7, Partiya Hawirdorparêzan a Keskan bi windahiya ji sedî 0,5 daket ji sedî 6,8 ê dengan. Însiyatîfa Femînîst a ku bi daxwaza wekhevî û kêmkirina saetên kar tevlî hilbijartinê bû, rêjeya dengên xwe ji sedî 0,4 zêde kir û derket ji sedî 3,1. Lê belê ji ber ku li benda ji sedî 4'an aliqî, mafê temsîla li parlamentê bi dest nexist.

REINFELDT WÊ DEST JI LÎDERTIYA PARTIYÊ BERDE

Li dû encamên hilbijartinê, lîderê Partiya Mûxafazakaran Fredrik Reinfeldt ê 8 sal in wezîfeya Serokwezaretiyê dimeşîne, da xuyakirin ku hilbijartin hatiye kirin û gelê Swêdê biryara xwe daye. Reinfeldt da xuyakirin ku li gel wezîfeya Serokwezaretiyê ew ê dest ji wezîfeya serokatiya giştî ya partiyê berde.