Li Swêdê çalakiyên piştevaniya bi Taksîmê re

Li Swêdê çalakiyên piştevaniya bi Taksîmê re

Li Stockholm, Goteborg, Uppsala û Jonkopîng bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Gezî  li gelek bajarên Tirkiyeyê bûye, çalakiyên piştevaniyê pêk hatin.

Çalakiya li Stockholmê ji aliyê ciwanên Tirkiyeyê ve li ser çapemaniya civakî hat rêxistinkirin. Çalakiya li Qada Sergel pêk hat de nêzî 200 kes tevli bûn.  Parlamnetera partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh axivî û diyar kir ku çalakiya ji Taksîmê dest pê kir pêl bi pêl mezin bûye û got ev çalakî ji ber binpêkirina azadiyan, binpêkirina mafan tê dayîn û got ew vê têkoşînê wek têkoşîn azadî û demokrastiyê dibînin.

Bê navber dirûşmeyên ‘Her der Taksîme, her der berxwedane, li dijî faşîzmê dest bidin hev’ hatin berzkirin. Her wiha hunermend Bucu Ada û Kudret Ada,  Hakan Vreskala derketin ser dikî û stran striyan.

Li Goteborgê jî ji aliyê Navenda Çanda Elewiyan ve li Qada Gustav Adol çalakî pêk hat.  Partiya Sosyalîst a Edeletê, Partiya Komunîst, Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Komunîst a Karkeyan a Îranê, Komeleya jinan a Kurd ya Entegrasyonê piştgirî da çalakiyê.

Li ser navê girseyê Stefan Berg axivî û diyar kir ku ev bûyerên li Tirkiyeyê bertekek li dijî zext û zordariyên hikûmeta tikin.

Her wiha li Uppsala û Jonkopîng jî çalakî pêk hatin û hikûmeta AKP’ê  hate protestokirin.