Li Swêdê bertekên li dijî tecawizê didomin
Li Swêdê bertekên li dijî tecawizê didomin
Li Swêdê bertekên li dijî tecawizê didomin
Rêxistinên mafê mirovan û jinan bertek nîşanê dozên tacîz û tecawîzê yên bi biryarên bêşopandin û beratê dan û diyar kirin ku ji bo ku êrîşkar bên ceza kirin bila qanûn bên guhertin.
Li Swêdê êrîşên zayendî yên li hemberî jinan rastî bertan tên. Li gorî îstatîstikan salên bi giştî 25 hezar jin yên temenê wan di bin 15’î de ne rastî tecawizê tên. Ji her 5 jinan 4 hebê jinan tecawizê vedişêrin. Her wiha kesên dozê vedikin jî piraniya wan bi beratê encam dibe.
Di 2’ê adarê de li waroşa Tensta ya Stockholmê keçikeke 15 salî rastî tecawiza 5 kesan hat û beratkirina wan ya ji aliyê dadgeha bilind ve rastî bertek û protestoyan hatin.
Dadgeha binî ku tecawizkarên keçikê sûcdar dîtin, dadgeha jor bi îdiaya ku keçika ciwan ‘bi giştî ne bê çare bû û ji ber ku tarî bû kesên tecawizê wê kirine nizane’ berata 5 kesan dan.
Piştî biryar hat dayîn li ber avahiya dadgehê jin hatin cem hev û hinek jinan cilên xwe yên jor derxistin û biryar protesto kirin. Rêxistinên jinan û mafê mirovan biryar li pey hev protesto kirin û di demeke kurt nêzî 70 hezar kes tevli koma facebookê bûn.
Lobiya Jinan a Swêdê ku 40 rêxistinên jinan di bin bana wê de ne, Wezareta Dadê ya Beatrîs Ask bangî civînê kir û daxwaz kirin ku bila di qanûnan de guherî bikin û gotin bila tecawizkarên jinan bên cezakirin.
DADGERÊN SWÊDÊ XWEDÎ FERASETA JINÊN TALÎBANIN
Rojnameyan di nûçeyên xwe de dozên tecawizê yên Hîndistanê û yên Swêdê dişibin hev û gotin dadger jî xwedî feraseta jinên Talîbanin û biryarên ku der barê dozên jinan de tê dayîn wek şerma herî mezin a mirovahiyê bi navkirin.
Çalakiyên protestoyî li pey hev hatin. Jinan li cihên cuda yên Swêdê biryarên dadgehê şermezar kirin û gotin bila qanûn bên guhertin.
Kampanyaya bi navê ‘Fêm bike’ di meha gulanê de bi kolektîfa muzîkê ‘Femtastîc’ re ji aliyê rêxistineke siyasî ya ‘Crossîng Boarders’ ve rewşa jinên ku rastî tecawizê hatin xistin rojeva xwe.
Rêxistinên jinan yên Swêdê xwe amade dikin ku dadgehên Swêdê protesto bikin.