Li Sûriyê endamên Heyva Sor yên hatîn revandin 4 jê hatin berdan

Li Sûriyê endamên Heyva Sor yên hatîn revandin 4 jê hatin berdan

Li Sûriyeyê endamên Komîteya Heyva Sora Navnetewî (ICRC) û Heyva Sora Sûriyeyê  yên ji aliyê komên çekdar ve hatîn revandin ji 7 kesan 4 kes hatin berdan.

Li gorî daxuyaniya ICRC’ê  roja yekşemê hevalên wan yên hatîn girtin 3 ji endamên ICRC û yek jî endamê Heyva Sor bi awayekî saxlem îro serbest hatin berdan. Her çar li herêma sinorê Tirkiyê Îdlibê serbest hatin berdan. 3 kesên din yên ekîba alîkariya mirovî hîn serbest nehatine berdan.

Kesên çekdar endamên ICRC’ê û Heyva Sora Sûriyê li Îdliba girêdayî bajarê Sarakebê revandibûn. Li gorî ICRC’ê wan   roja pênçşemê amêren tendoristiyê yên nexweşaneyê birin li bajarê Sarmin û Îdlibê lê piştî wê vegerana Şamê. Di derbarê nasnameya kesên revandî de agahî nedan.

Îdliba ku li ser sinorê Tirkiyê bi teybet komên El Qaîdê lê dimînin. Tirkiye alîkariya çekan û şervanan dide wan. Di welat de bi awayek berfihe gunehbariyên mirovî dikin. Li qadên dibin destê wan de bê navber bûreyên revandinê û înfasê tên rojevê.