Li Stenbolê lîstoka ‘Nîsko’ hat lîstin

Li Esenyûrta Stenbolê lîstoka bi navê “Nîsko” ya Navenda Çand û Hunerê ya Sî hat lîstin.

Navenda Çand û Hunerê ya Sî (GKSM) a di 2009’an de li navçeya Esenyûrda Stenbolê ji aliyê komek hunermend ve hat avakirin û bi piştevaniya welatiyan berfireh dibe, xebatên xwe berdewam dike. Lîstika “Nîsko” ya bi Kurmancî ku şanoger û rêvebera GKSM’ê Rewşan Apaydin derhêneriya lîstikê dike, li Esenyûrdê derket pêşberî temaşevanan. Lîstik li ser dika Navenda Çandê ya Erol Olçok a Esenyûrdê belaş derket ser dikê û hat temaşekirin. Gelek welatî li lîstikê temaşe kirin. Lîstik ji bo zarokan hatiye amadekirin.

Lîstik nêzî 40 deqîqeyan dewam dike û temaşevanan ji performansa lîstikê re li çepikan da. Wê lîstik di 1’ê Nîsanê de li navçeya Ataşehîr, di 2’yê Nîsanê de li navçeya Avcilar û di 8’ê Nîsanê de jî li navçeya Kartalê derkeve pêşberî temaşevanan.