Li Stenbolê astengiya protestoyên 9’ê Cotmehê

Li Stenbolê astengiya protestoyên 9’ê Cotmehê

Meclisa Ciwana ya BDP’a Stembolê ji bo protestoya kompoya 9’ê Cotmehê ya li himber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest meşê lidarxist bixe, rastî astengiya polîsan hat. Di dema çalekiyê de komek nîjadperes xwest provekasyona liderbixe, polîsan girse xist dorpêçê.

Meşa ku ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li himber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Galatasarayê heya Taksîmê pêk bihatiba rastî astengiya polisan hat.

Piştî ku demek dirêj man li Galatasarayê, BDP’ê daxuyanî da çapemeniyê, di dema çalakiyê de komek nîjadperest hat cihê çalakiyê û “Merşa 10. Sal” gotin.

Dema ku ciwanên BDP’ê mudaxaleyî koma nîjadperst kir gengeşe çêbû. Ciwanên BDP’ê koma nîjadperest heya Tarlabaş’ê qewitandin.

BDP’î disan vegeriyan cihê çalekiyê, polîsan li ber avahiya balyozxaneya Îngiliz dan rawestandin û rê nedan derbas bibin. BDP’iyan benda polîsan derbas kirin û hatin li qada Galatasarayê û li wir sekna wan berdewam dike.