Li sînorê Lubnan-Îsraîlê pevçûn: Leşkerekî Îsraîlê mir
Li sînorê Lubnan-Îsraîlê pevçûn: Leşkerekî Îsraîlê mir
Li sînorê Lubnan-Îsraîlê pevçûn: Leşkerekî Îsraîlê mir
Li sînorê Lubnan-Îsraîlê di pevçûna li herêma sînor a Rasû'n-Nakûra de leşkerekî Îsraîlê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de gelek leşker jî birîndar bûne û leşkerekî Lubnanê winda ye.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku segvanekî gule li wesayîteke sivîl reşandiye, li gorî rojnameya Lubnanê Daîly Star jî bûyer li nêzî bajarê Naqoûra yê li başûrê Lubnanê rû daye.
Daîreya Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku segvanekî artêşa Lubnanê gule li wesayîteke sivîl reşandiye.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li dû bûyerê balafirên leşkerî yên Îsraîlê li herêmê firînên dorfireh ên kontrolê kirine. Her wiha Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî dest li bûyerê werda.
Îsraîlê diyar kir ku wan der barê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin. Hat ragihandin ku leşkerekî Îsraîlê yê li herêma Rosh Hanîkra yê li ser sînorê Îsraîl-Lubnanê wezîfedar, rastî gulereşandinê hatiye.
Îsraîlê, li hemberî Hêza Aştiyê ya NY ya li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê, protestoyek weşand.