Li sînorê Libnan-Sûriyê pevçûn: 3 leşker mirin

Li sînorê Libnan-Sûriyê pevçûn: 3 leşker mirin

Li ser sînorê Libnan û Sûriyê di encama êrişeke çekdarî de 3 leşker hatin kuştin.

Êriş li dijî nuqteyeke leşkerî ya li nêzî bajarê Libnan Arsalê pêk hat, ku li ser sînorê Sûriyê ye. Hat ragihandin, ku di encama pevçûna li vê derê de 3 leşker mirine û êrişkar jî piştî pevçûnê reviyane nava axa Sûriyê.

Tê gotin, ev herêma sînor bi armanca wergirtina piştgiriya çek û lojîstîkê, timî ji aliyê mûxalîfan ve tê bikaranîn. Di meha Sibatê de dîsa li heman herêmê şer derketibû û di encamê de 4 leşker û 2 êrişkar miribûn.