Li sînorê Îsraîl-Lubnanê alozî
Li sînorê Îsraîl-Lubnanê alozî
Li sînorê Îsraîl-Lubnanê alozî
Artêşa Îsraîlê bi hînceta ku li ser sinorê di navbera Lubnanê û Îsraîlê de êrîşên roketan hene, top berdan vî welatî.
Aloziyên ku ev çend heftene li ser sînorê Îsraîl-Lubnanên didome, dîsan vegeriya pevçûnan. Hêzên Ewlehiya Îsraîlê (IDF) dan xuyakirin ku vê sibehê li herêma bakurê Îsraîlê du roketên ji Lubnanê hatin avêtin, ketine.
Rayedarên artêşa Îsraîlê diyar kirin ku wan bi tankan bersiv dane qada êrîşa bi rokêtan jê hatiye. Çapemeniya Lubnanê jî ragihandin ku artêşa Îsraîlê top avêtine.
Çavkaniyekî ewlehiya Lubnanê got ku, li başûrê welêt li herêma sînor Îsraîlê 20 obus avêtine.
Berî du hefteyan li sînorê Îsraîl û Lubnanên alozî rû dabû û leşkerekî Îsraîlê hatibû kuştin. Di 15’ê Kanûnê de 2 leşkerên Lubnanên jî di pevçûnan de hatibûn kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo alozî bi dawî bibin bang li her du aliyan kiribûn.
KERRY JI BO HEVDÎTINÊN NAVBERA ÎSRAÎL-FILÎSTÎN'Ê VEDIGERE
Di vê navberê de Wezîrê Karê Derve yê Amarîkayê Kerry da xuyakirin ewê ji nû ve beşdarî hevdînên Îsraîl û Filîstînê bibe. Kerry ji bo vê yekê dê di 4’ê Çile de Rojhilata Nêz ziyaret bike. Berî niha hevdîtinên raste rast yên Îsraîl û Filîstînê ji aliyê DYA’ê ve dihatin meşandin.
Hevdîtinên lihevkirinê yên çareseriyê di navbera Îsraîl û Filistînê de, berî 4 meh û nîvan bi hevkariya DYA’ê hatibûn destpê kirin.
Dîsa beriya di daxuyaniya ku li Ramallahê hatî kirin de hatibû destnîşan kirin ku, Filistînê heta bihara bê, di nava 9 mehan çareseriyeke mayinde dike armanc.