Li Şîlî Bachelet ji bo cara duyemîn bû Serokkomar
Li Şîlî Bachelet ji bo cara duyemîn bû Serokkomar
Li Şîlî Bachelet ji bo cara duyemîn bû Serokkomar
Di hilbijartinên Serokkomariyê yên li Şîlî de namzeta çep Mîchelle Bachelet bi ser ket. Bachelet a cara duyemîn qezenç kir, serketina xwe duh derengiya şevê îlan kir.
Di tûra duyemîn a hilbijartinan de Bachelet nêzî ji sedî 62 ê dengan stend. Hevrika wê namzeta koalîsyona rast a navendî Evelyn Mattheî jî ji sedî 38 ê dengan bi dest xist.
Mîchelle Bachelet di tûra yekemîn de ji ber kêmasiyeke biçûk a dengan nekarîbû bihata hilbijartin.
Bachelet di navbera salên 2006-2010'an de wezîfeya serokkomariya Şîlî meşandibû û li gorî qanûnên hilbijartinê di dawiya serdemê de ji wezîfeyê dûr ketibû. Mîchelle Bachelet a 62 salî, di tûra yekemîn a hilbijartinan de ku di 17'ê Mijdarê de pêk hat ji sedî 47 ê dengan, hevrika wê jî ji sedî 25 ê dengan stendibû.
Bachelet di tevahiya kampanya xwe ya hilbijartinê de li ser polîtîkayên ji bo rakirina cudahiya hatineyên navbera dewlemend û xizanan, rawestiyabû. Şîlî yek ji welatên herî dewlemend ên Amerîka Latîn e, lê belê di salên dawî de bi mîlyonan mirov ji bo parvekirineke wekhev a hatineyan û perwerdeyek baştir, xwepêşandanên protestoyî lidar dixin.
Bavê Mîchelle Bachelet Alberto di sala 1973'an de ji bo desthilatdariya sosyalîst dixebitî ku ev desthilatdarî ji aliyê Pînochet ve hat hilweşandin. Alberto Bachelet di sala 1974'an de dema di binê çavan de bû krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Di encama lêpirsîna li ser mirina generalê 51 salî de hatibû ragihandin ku krîza dil dibe ku ji ber îşkenceya li dibistana leşkerî lê hatibû kirin, derbas kiriye.
Di dozeke îsal de dadgehê hikum dabû ku haya General Fernando Mathheî ji îşkencekirina Alberto Bachelet tinebû.