Li Şamê êrîşa xwekujiyê: 16 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Li Şamê êrîşa xwekujiyê: 16 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Li Şamê êrîşa xwekujiyê: 16 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, îro danê sibê di êrîşekî xwekujiyê de li bajarokê Milêha 16 leşkerên rêjîmê hatine kuştin. Çavdêriyan diyar kirin ku ev êrîş ji aliyê Eniya El-Nusra ve pêk hatiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro danê sibê di êrîşekî xwekujiyê de li bajarokê Milêha 16 leşkerên rêjîmê hatine kuştin. Çavdêriyan diyar kirin ku ev êrîş ji aliyê Eniya El-Nusra ve pêk hatiye. Ji aliyekî din ve jî hîn şer li derdora bajarokê Ceremana di navbera rêjîma Baas û hêzên mixalefetê yên leşkerî de berdewame û bajar ji aliyên herdu hêzan ve bi topên hawanan tê topbaran kirin.
Her wiha şer û pevçûn li derdorê Taxa Qabûn, taxa Cober û Kampa Yermûk a li Meezemiyêt El-Şam dem demî rûdidin.
Hate zanîn ku hêzên mixalefetê biryargeha hêzên rêjîmê ya li Meezemiyêt El-Şam hedef girtine û bi topên hawanan topbaran kirine.