Li Şamê êrîşa întîharî
Li Şamê êrîşa întîharî
Li Şamê êrîşa întîharî
Li paytexta Sûriyeyê Şamê êrîşekî întîharî pêk hat di encamê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji desta, 17 kes jî birîndar bûn.
Televiziyona giştiya Sûriyê ragihandin ku êriş li qada Cebbe ya taxa Cîsr El Abyadê pêk hatiye. Televiziyê destnîşan kir ku bûrey bi teqînê pêk hatiye û herî kêm 4 kesan jiyan xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.
Li gorî Çavdêriyên Mafên Mirovan a Sûriyê di bûyera li avahiya hikûmetê de pêkhatî de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Çavdêrên Mafên Mirovan a Sûriyê di 2’ê Kanûnê de raporek weşand, di raporê de hat ragihandin ku ji 15’ê Adara sala 2011 ta yekê Kanûnê 125 hezar û 834 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihindin ev kesane ji her du aliyanin. Hat destnîşan kirin ku yên di nava hêzên Baasê de hatîne kuştin du caran qasî yên hêzên çedkarin.
Hat ragihandin ku ji sedê 35 kesên jiyana ji dest dayîn sifîlin. Bi vegotinek din 3 hezar û 327 kes zarok û 4 hezar û 454 kesan zêdetir jin, 44 hezar û 381 sifîlan di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çavdêran encama şer hîn zêdetire û bi hezaran sifîl hatine desteser kirin jî.