Li Şamê du êrişên bombeyî
Li Şamê du êrişên bombeyî
Li Şamê du êrişên bombeyî
Li paytexta Sûriye Şamê îro danê sibê li navenda bajêr du êrişên bombeyî rû dan. Hat ragihandin, ku ji ber êrişan gelek kuştî û birîndar hene.
Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyê, ji ber "du êrişên întiharî" yên li Taxa Merceh'ê, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê Sana, di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 26 kes jî birîndar bûne. Ajans nûçeya xwe dispêre çavkaniyeke Muduriyeta Emniyetê û diyar dike ku du bombeyên li ber kargehên bazirganiyê teqiyane.