Li Rûsyayê Festîvala Kurdî

Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskovayê dijîn festîvala dans û dîlanê li dar xistin.

Di 28’ê Tebaxê de, li Moskovayê festîvala dans û dîlanê ya “Jiyana di tevgerê de” hate lidarxistin. Ji gelek herêmên Rûsyayê komên cuda yên neteweyî beşdarî festîvala ku ji aliyê Otonomiya Federal a Çanda-Netewî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê ve bi alîkariya Ajansa Federal a Karûbarên Gel a Rûsyayê hat lidarxistin, bûn.

Rêxistina Jinên Kurd û Mala Gelên Rûsyayê bûn piştevanên fermî yên Festîvalê. Ji 5 herêmên Rûsyayê kom û govendger beşdarî festîvalê bûn. Her wiha 20 kom û danserên ji neteweyên cuda yên Rûsyayê beşdarî festîvalê bûn.

Festîval ji aliyê Kurdistanî û gelên din ve bi eleqeyek mezin hat şopandin. Di encama nirxandinên jûriya festîvalê de komên serketî hatin diyarkirin. Di encama festîvalê de koma folklora Kurdî Bêrîtan a herêma Saratovê û koma folklora Kurdî Barîn a herêma Tambovê hêjayî xelata 3’yemîn hatin dîtin.

Xelata duyemîn jî tîma Gurc Kolxîda ya Moskovayê û koma dansa modern Porpil a herêma Tambovê bi dest xistin. Koma govendê ya Lezgîn Adat û koma govendê ya ermenî Ayordik xelata 1'emîn wergirtin.

Di beşa dansê ya takekesî de Olga Fadeyeva ku nûnertiya herêma Kamçatkayê dike xelata 3’yemîn, xelata 2’yemîn jî ji keça biçûk a Kurd a herêma Krasnodarê Milana Nabiyeva wergirt. Dansêr Ozbek Sevara Savûrbayeva xelata 1’emîn wergirt.