Li Rûsya êrişa xwekûjî: 7 mirî û 27 birîndar
Li Rûsya êrişa xwekûjî: 7 mirî û 27 birîndar
Li Rûsya êrişa xwekûjî: 7 mirî û 27 birîndar
Di encama çalekiyekî xwekujî ya jinekî Çaçanî li Rûsyayê li bajarê Folgograd yê başûrê Rûsyayê 7 kesî jiyana xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.
Li ser bûyerê berdevkê lijneya lêkolînan a herêmê ragihand ku, li gorî lêkolînên despêkê aşkira bûye êrîş ji aliyê jinekî Çeçenî temen 30 salîve hatiye encam dan. Dema ku ew jin li rawestgeha otobusan siwar dibe piştî demek kurt xwe dinava otobusê de di teqîne ku 40 rêwî di hindirê otobusê de bûn û jiwana 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, yên dinjî birîndar bûne.
Li gorî rayedarên Rusya jî diyar kirine ku jina xwekuj xelkê Çeçenistanê ji herêma Daxistan ya bakûrê Qafqase û endamê gûrûpen çekdare.
Hêjayî gotinêye ku îsal li gelek bajar û navçeyên başûrê Qafqasyayê ev komên radîkalên îslamî êrîş pêk anîne.