Li Romayê konsera piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd re

Li Romaya paytexta Îtalyayê, hunermend û muzîkjenan ji bo piştevaniya bi Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re konser da.

Hunermend û muzîkjenên Îtalyayî, ji bo piştevaniya bi Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re konserek li Romayê organîze kir.

Konser li Vîlla Adayê hat organîzekirin. Hunermend Elî Germano û Paolo Benvegù û muzîkjen Ardecore, Alessandro D’Alessandro, Marco Rovellî, Kento, Bestîerare, Pîere Paolo Capovîla û Bologna Vîolette tev li konserê bûn.

Gava konserê, hunermendan bal bir ser berxwedana Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di konserê de li ser navê Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê û Mezza Lûna Rossayê axavtin hatin kirin.

Di axavtinan de hat diyarkirin ku sê sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Rojava de berdewam in.

Nûnerên her du saziyan, daxwaz ji saziyên navneteweyî kir ku dengê xwe bikin û xwest ku gelê Îtalyayê bibe piştgir. Konser roja Pêncşemê êvarê dest pê bû û heta bi roja Îniyê li ber xwe da.