Li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn perwerdehî bi kurdî tê dayîn

Li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn perwerdehî bi kurdî tê dayîn

Li Rojavayê Kurdistanê zarokên kurd cara yekemîn dê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Saziya Zimanê Kurdî ku ji destpêka pêvajoya û vir ve zêdetirî 100 dibistanên fêrbûna zimanê kurdî de perwerdehiya kurdî daye, heta niha 500 mamoste gihandine. Wekî destpêkê tê hedefkirin ku îsa li nêzî 20 dibistanên seretayî perwerdehî bi temamî bi kurdî bê dayîn û li dibistanên navîn û amadeyî jî, dersa zimanê kurdî bibe dersa bingehîn.

Bi destpêkirina pêvajoya şoreşê ya li Rojavayê Kurdistanê re, di çarçoveya avakirina xweseriya demokratîk de, xebatên ziman ku yek ji xebatên herî bingehîn tê dîtin jî, pêş ve diçin. Hewl tê dayîn ku civaka kurd, her wiha zarokên kurd ku zimanê hatiye qedexekirin, êdî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo vê yekê jî, yek ji saziyên yekemîn ên hatine avakirin jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye.

100 DIBISTAN HATIN VEKIRIN, 500 MAMOSTE HATIN GIHANDIN

SZK'ê wekî destpêk jî, dest bi vekirina dibistanên zimanê kurdî kir û perwerdehiya kurdî da. Di vê çarçoveyê de heta niha li tevahiya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 dibistanên zimanê kurdî hatine vekirin. Li van dibistanên ku perwerdehî bi tîpên latînî tê dayîn, hem zarok fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dibin, hem jî mamoste hatin gihandin. Ji destpêka şoreşê heta niha jî, 500 mamoste hatine gihandin. Saziya ziman her wiha ji bo ku di dibistanên fermî de jî perwerdehî bi kurdî bê dayîn jî amadekariyên xwe temam kirine. Li gorî qanûnên Suriyeyê dibistan di 16'ê îlonê (îro) de vedibin, lê her çiqasî ji ber rewşa heyî, tê gotin ku dê vekirina dibistanên fermî 2 mehan bê taloqkirin jî, saziya ziman li gorî ku dê dibistan di vê hefteyê de destpê bikin, hemû amadekariyên xwe temam kirine.

'EM DIKARIN PÊDIVIYA CIVAKÊ YA PERWERDEHIYÊ BICÎH BÎNIN'

Endama Saziya Ziman (SZK) a Rojava Sozdar Cudî têkildarî mijarê agahî dan ANF'ê. Sozdar Cudî, diyar kir ku her çiqasî li Rojavayê Kurdistanê gelek rewşenbîr û nivîskar hebin û di warê ziman de xebatên wan hebin jî, li ser esasê avakirina pergalek perwerdehiya kurdî xebatek tune ye, her wiha sîstemek nehatibû rûniştandin. Cudî, anî ziman ku ji ber vê yekê wan pêdivî bi gihandina mamosteyan dîtiye û dest bi xebatan kirine. Sozdar Cudî, got ku rejîmên serdest ên ku her tiştê kurdan înkar dikin û hewl didin tune bikin, heta niha destûr nedane ku kurd bi ziman û çanda xwe bijîn, ji ber vê yekê jî di warê perwerdehiyê, fêrkirin û bikaranîna ziman de wan gelek zehmetî kişandine, lê niha gihîştine wê astê ku pêdiviya civakê ya perwerdehiyê bicîh bînin.

MAMOSTEYÊN FERMÎ JÎ HATIN PERWERDEKIRIN

Cudî, destnîşan kir ku Li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, herwiha bajarên Suriyeyê yên wekî Heleb û Şamê, dîsa li Lubnanê jî xebatên wan ên perwerdehiya mamosteyan tên meşandin û heta niha 500 mamoste hatine perwerdekirin. Cudî, anî zimana ku niha mamosteyên wan amade ne û ew xwe amade dikin ku di nava pergala perwerdehiya dewletê de jî, zimanê xwe fermî bikin. Cudî, da zanîn ku ji bo karibin dersan bi kurdî bidin, wan mamosteyên fermî yên di dibistanan de peywîrdarin jî perwerde kirine û hedefa wan ew e ku li Rojavayê Kurdistanê hemû mamosteyên fermî hînî zimanê kurdî bikin. Cudî, got ku wan li gelek bajaran jî bi xwendekaran re civîn çêkirine.

DÊ JI DIBISTANÊN SERETAYÎ BÊ DESTPÊKIRIN

Endama SZK'ê Cudî, destnîşan kir ku di amadekirina pêşnuma û pirtûkan de bixwazin û nexwazin hinek kêmasî hene, lê di vî warî de xebatên wan hene, dîsa li perçeyên din ên Kurdistanê tecrube hene û ew ji wan sûde digirin. Sozdar Cudî, derbirî ku di vê çarçoveyê de ew dixwazin di dibistanên dewletê de jî zimanê kurdî wekî dersek fermî ya bingehîn bidin dayîn û wekî destpêkê jî dê ji dibistanên seretayî destpê bikin.

NÊZÎ 20 DIBISTAN HATINE DIYARKIRIN

Cudî, daxuyand ku zarokên kurd heta astekê perwerdehiya xwe bi zimanê erebî dîtiye, lewre jî di carekê de guhertina ziman û perwerdeyê gelekî zor e û wiha dom kir: "Ev yek dê ji bo xwendekaran tengezariyekê çêbike. Ji ber vê jî hedefa me ew e ku îsal di dibistanên seretayî de, ji pola yekemîn heta pola 6'an perwerdehî hemû bi kurdî bê dayîn." Cudî, got ku wan li her bajarekê ku gel rêveberî bidest xistiye, çend dibistanên seretayî diyar kirine ku perwerdehî temamî bi kurdî bê dayîn. Cudî derbarê mijarê de ev agahî dan: "Di vê çarçoveyê de plansazî hatiye derxistin ku li Dêrîkê 2 dibistan, li Amudê 2, li Dirbêsiyê dibistanek, li Efrîn û Kobanê piraniya dibistanan, li bajaroka Sincaqê 2 dibistan bi temamî bi kurdî perwedehiyê bidin. Dîsa li bajarên ku derfetên me hebin jî, ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî lêkolînên me hene . Li van dibistanan ji pola yekê heta pola 6'an dê hemû ders bi kurdî bêne dayîn. Li van dibistanan me dersên Erebî û Ingilîzî jî wekî dersên hilbijêr diyar kirine."

LI DIBISTANÊN NAVÎN Û AMADEYÎ DERSA ZIMANÊ KURDÎ DÊ BÊ DAYÎN

Li gorî plansaziya SZK'ê dê li dibistanên navîn û amadeyî (Lîse) jî, dersa zimanê kurdî wekî dersek bingehîn bê dayîn. Sedema vê yekê jî ew e ku îsal xwendekar hînî ziman bibin daku sala pêş perwerdehî bi temamî bi kurdî bê dayîn. Sozdar Cudî, têkildarî vê mijarê jî ev agahî dan: "Di dibistanên navîn û amadeyî de jî, em ê dersa zimanê kurdî wekî dersa bingehîn bidin. Bi vê yekê re hemû xwendekar dê fêrî zimanê kurdî, her wiha xwendin û nivîsandina latînî bibin. Salek din jî emê di hemû biranşan de dersan bi kurdî bidin. Ji bo ku xwendekar zehmetiyê nekişînin, me serî li rêbazek bi vî rengî da. Nexwe ji dibistana seretayî heta dawiya dibistana amadeyî (Lîse) pirtûkên me yên perwerdehiyê amade ne. Em nikarin wekî dewletekê bi salan li bendê bimînin ku zarok hemû fêrî ziman bibin, piştre nû dest bi perwerdehiyê bikin. Em dixwazin di nava vê salê de zarokên xwe fêrî kurdî bikin û sala pêş me jî, di hemû biranşan de dersan bi kurdî bidin. Dîsa ji bo perwerdehiya zanîngehê jî amadekariyên me hene."

'EM BI RAYEDARÊN DIBISTANAN RE AXIVÎN'

Cudî, bal kişand ku dewlet di dibistanên xwe de dersa kurdî qebûl nake, lê ew têkoşînekê dimeşînin û ew ê ferz bikin ku ev ders bê dayîn. Cudî, anî ziman ku ew bi rayedar û midûrên dibistanan re axivîne, lê wan jî bersiva "Em tiştekî nizanin" daye. Sozdar Cudî, daxuyand ku ji ber rewşa Suriyeyê nezelaliyek heye, lê li gel vê yekê jî wan mamosteyên xwe li dibistanan bicîh kirine û mamosteyên wan ên ku karmendên dewletê ne jî, ji bo vê yekê amade ne.

Cudî, li Rojavayê Kurdistanê jî hinek nakokî û alozî hene, lê hêviya wan ew e ku hemû gel, sazî û rêxistin bîr û baweriya wan çi dibe bila bibe, piştgiriyê bidin wan.