Li Rojava berhemek ji şoreşa hunerî: Evîna Kurd

Rêzefîlma bi navê Evîna Kurd ku ji 15 beşan pêk tê, li Rojava hat kişandin û ev rêzefîlm ji bo sînemaya kurd bûye sehneyeke azad. Rêzefîlma ku wê di 2'ê Nîsanê de bê weşandin behsa jiyana li Rojava dike.

Senarîstên rêzefîlma Evîna Kurd, Endama Şanoya Çîya Ekîn Ronî, Hevserokê TEV-ÇAND'ê yê Mezopotamyayê Adnan Îbrahîm têkildarî xebatên xwe bersiv dan pirsên ANF'ê.

Senarîstên rêzefîlma Evîna Kurd gotin, “Di rêzefîlmê de me behsa jiyana sê bira û sê malbatan û guhertina jiyana wan a bi şoreşê re kir. Di rêzefîlmê de her du aliyên evînê xuya dikin. Evîneke sexte û rast... MÎT, DAÎŞ û ajanên wê, YPG-YPJ’ê, xebatên çand û hunerî, komun, meclîs, şaredarî, trafîk, saziyên nîzama giştî yên gelên Ereb, gelê Ermen û Suryanî, rola jinan di avakirina şoreşê de, hemû di rêzefîlmê de derdikeve holê.”

Qada Şoreşa Rojava, li Kurdistanê fîlm, rêzefîlm û hwd. di afirandina berhemên hunerî de kedek mezin da. Divê em vê yekê çawa binirxînin?

Adnan Îbrahîm: Qada Şoreşa Rojava qadeke azadiyê ye û ji bo pêşxistina huner û sînemaya Kurdî cihekî girîng e. Ew qada ku herî zêde li Kurdistanê ev xebat dikarin bên kirin e. Divê sînemsaz, muzîkjen, dengbêj û şanogerên Kurd ên ji çar aliyên cîhanê berê xwe bidin Rojava û pêşengiya gel bikin. Werin afirînên xwe bi azadî çêbikin û nîşan bidin. Gelê Kurd û dostên wan ên li çar aliyê cîhanê, werin em li dora şoreşa rûmetê bicivin. Xebatkarên Komuna Fîlman a Rojava bi ezmûnên ku bi dest xistine, rêzefîlmeke bi navê Evîna Kurd a ji 15 beşan pêk tê, kişandin. Pêşketina çêkirina fîlman li vir mirovan bextewarî û kelecanî dike.

Ekîn Ronî: Îro rêzefîlm di jiyana mirovan de cihekî girîng digire. Ev fîlm ji aliyê kê ve û bi çi armancê tên çêkirin, kê dixwaze kîjan çandê bide nîşandan, kîjan siyasetê bi pêş bixîne gelek girînge, bi fîlmên ku şaxeke hunerî ya girîng in polîtîkayên civakî têne pêş xistin û digihînin gel. Rêzefîlm bandorê li wan dikin, rêberiyê dike û têgihiştinê diafirînin. An wan ji rastiyê dûr dixe an jî wan di nav xeletiyan de winda dike. Fîlmên şoreşgerî jî hene. Ew jî xizmeta şoreşê dikin. Civakê ronî dike, welatparêziyê geş dike û dikare pêşî li asîmîlasyonê bigire û pêşketineke çandî biafirîne. Mînak rêzefilmên Tirkî li Tirkiye, Kurdistan û heta Rojhilata Navîn meyleke cidî nîşan dide. Ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û dublajkirin. Televîzyonên Ereb û Kurd dagir dikin. Çanda serdest a Tirk belav dike û teşwîq dike. Tenê bi milyonan dolar qezenç nakin, îdeolojiyek, ramanek tînin.

JI BO BIBE PARÇEYEK JI RÊBAZA ŞOREŞGERÎ YA BERXWEDANÊ HEWLDAN HEYE

Dema huner bi rengekî şoreşgerî were destgirtin û bibe parçeyek ji berxwedanê, dibe sedema geşedanên pir girîng. Huner zimanekî heqîqetê ye û yê ku rastiya xwe bibêje dikare jîyan û çanda xwe biafirîne. Ev bingeha nêzîkatiya me ya ji bo fîlm û rêzefîlman e. Huner çalakiya azadiyê ye. Ji bo armancên din jî tê bikaranîn, lê di destên rast de, wekî çalakiya azadiyê bandorê li civakê dike û jiyana azad çêtir dike. Divê em bi vî awayî nêzî hunerê û bi taybetî jî sînema û şanoyê bibin.

Em bi kurdî çêbikin, zimanekî ku tê xwestin bê tunekirin. Werin em çîrokên xwe ava bikin, karakterên xwe biafirînin. Ev bi tenê karê îdeolojîk û rewşenbîrî ye. Her fîlmek xwedî peyamek e û her peyamek tê wateya tiştek. Fîlmên Tirkî bi taybetî di rêzefîlmên televîzyonê de çi peyamê didin gelê Kurd? Dibêje here Stenbolê bi însanî bijî, Kurdistanê terk bike, vala bike... Ev xapandineke mezin e. Kurdek bixwaze bijî, dê bibe wek tirkan, nexwe jiyan nabe.

Bi derfetên ku Şoreşa Rojava ava kir re me ziman, derfet û cih bi dest xist. Derfetê şoreşê ye. Şoreş bixwe derfeteke mezin e. Mînak min bi salan şanoya tirkî kiriye. Dema ku min Kurdistan, şoreş û tevgera azadiyê nas kir, min perdeya asîmîlasyonê li ser xwe çirand. Ez bi şanoyê bi kurdî hunerê çêdikim û niha jî senaryoyên fîlman bi kurdî çêdikim. Ev bi xwe şoreşeke mezin e. Ya rast min bi kurdî nizanîbû. Niha ez bi kurdî dinivîsim. Senaryoyên me li ser sehnê, ekranên TV û ekrana mezin têne kişandin. Bi hezaran kesên wek min vegerê li cewherê xwe dijîn, ji ber em koka xwe nas dikin, em kêfxweş dibin. Tişta herî girîng a ku vê rêzefîlmê ji min re aniye ew e ku ez bikaribim ji bo gelê xwe karekî bi zimanê gelê xwe biafirînim, ji bo min pêşketina herî girîng e.

Derbarê senaryoya rêzefîlma Evîna Kurd de ku dê di 2’ê Nîsanê de dest bi weşanê bike... Senaryo çawa hatiye nivîsandin? Kê/î cih girt û destek dan?

Ekîn Ronî: Çîroka senaryoya rêzefîlma Evîna Kurd bi vî awayî dest pê kir. Weke projeyek xebata sînemayê ya ku dikare di warê çandî de tevkariya şoreşa Rojava bike, welatparêzî, destkeftiyên siyasî û leşkerî temam bike, çêbû. Dema min dest bi nivîsê kir jî, li ser esasê em ê çawa xwe bigihînin kesên ku ji me, Tevgera Azadiya Kurd û şoreşê dûr in? Lêhurbûna min ser wê yekê bû ku em çawa dikarin rastiya şoreşa ku em tê de ne ji raya giştî re vebêjin. Min hizir kir ku gelê Rojava û kurdên hemû Kurdistanê çawa dikarin di vê rêzefîlmê de aliyek jiyana xwe bibînin. Paşê min got divê wêneyekî me yê Rojava hebe. Min hemû analîzên jiyanê yên bingehîn ku di salên 90’î de ji aliyê Rêbertiyê ve hatine nivîsandin xwendin. Ev têgînên ked, hezkirin, evîn, yekîtî, ax, azadî bi kûrahî û hunerî hatin destgirtin. Tişta ku ji me re lazim bû ev bû ku em çîrok, karakter û jiyana siyasî-civakî ya heyî fam bikin.

Bê guman bi tenê amadekirina wê pir zehmete. Jixwe huner karekî kolektîf e, îfadeya şexsî ya serpêhatiyên civakî ne. Me li Akademiya Hunerê ya Ş.Yekta Herekolê bi dehan ciwanan re xebatên hunerî pêk anî. Min ciwanên Rojava nas kir. Yên şehîd bûne, yên karê hunerî kirine, yên ku derketine derveyî welat… Min gelek kes nas kir. Pêwîst bû şehîd bihatana nasandin, huner bihata pêş xistin û bang li kesên çûne bihata kirin. Me bi pênc hevalan re dest bi xebatê kir û dû re du hevrê jî senaryoyê temam kirin, ji bilî me hevalên Mizgîn, Ciwan û Hogir jî ji roja ewil de kedeke mezin dan.

Me bi hev re çîrok afirand. Di 2 beşan de jî bi me re bûn. Paşê  me dewam kir û panzdeh beş nivîsand. Nivîsandin çalakiyek e. Û bi rastî jî ne hêsan e. Lê mirov dikare hîn bibe û bike. Em di dema kirinê de fêr dibûn, di dema fêrbûnê de me dikir. Bi senaryoyê re gelek tişt guherî. Pêşî me pêşnimûneyek amade kirin, me nêrînên hevrêyan girt, me careke din nîqaş kir, me dîsa nivîsand. Hevrê Onder Çakar, Haşim Aydemîr, Hebûn û Andok kedên pir girîng dan. Gava ku fikir hatin, senaryo ji nû ve hate guherandin. Dema ku kişandin dest pê kir me deh beş nivîsandin, paşê senaryoya me di panzdeh beşan de bi dawî bû.

Adnan Îbrahîm: Di destpêkê de em weke komeke 5 kesî kom bûn. Nêzî 2 mehan me li ser senaryo û çîroka wê nîqaş kir. Di encamê de 3 hevrêyên me çîrok nivîsandin. Gotûbêjên ku me bi hev re kirin, me 3 çîrok kirin yek çîrok. Paşê me dest bi nivîsandina beşan kir. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê hê beriya ku beşa duyemîn bi dawî bibe dest pê kir. Di komê de her heval diçû qadên din. Me di sala 2022’yan de dîsa hev dît, lê tenê 2 kes mabûn. Digel van hemû zehmetiyan jî me ev xebata ku ji 15 beşan pêk tê bi serkeftî qedand.

MIJARA RÊZEFÎLM ÇI YE?

Ekîn Ronî: Çîroka malbateke mezin e, di eslê xwe de wêneyekî Rojava ye, yên dixwazin werin, yên dixwazin biçin, malbat, ciwan û hinekî jî dîrok e. Têkoşîna navxweyî ya civakê û êrîşên derve hene. Mijara rêzefilmê dîroka nêz a Sûriyeyê, rejîm, DAÎŞ û hewldana destwerdana dewleta Tirk a li Rojava, gelên asayî yên ku ji vê bandor bûne, birêxistinkirina vê civakê û xwenaskirina gel-ciwanan e. Çîroka vegera li cewhera xwe ye. 

Ednan Îbrahîm: Mijara rêzefîlmê çîroka 3 bira û 3 malbatên ku nûnertiya civaka Rojava dikin e. Birayê mezin Mihemed bi cotkariyê re mijûl e. Li aliyê din Azîz bi dîtina nexşeyên xezîneyan tim li xezîne û berhemên dîrokî digere. Li aliyê din Îbrahîm di temenekî biçûk de ji gundê xwe derketiye û li Şamê dimîne û bi keçeke filistînî re dizewice. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Îbrahîm dixwaze vegere Rojava û tevlî şoreşê bibe. Li aliyê din Azîz her tim dixwaze Rojava biterikîne û koçî Ewropayê bike. Me di rêzefîlmê de behsa guherîna jiyana van her sê birayan kir. Di rêzefîlmê de her du aliyên evînê xuya dikin. Evîneke sexte û rast… Bi MÎT, DAÎŞ û sîxurên wê, YPG-YPJ’ê, xebatên çand û hunerî, komun, meclîs, şaredarî, trafîk, saziyên nîzama giştî, gelên ereb, ermen û suryanî, rola jinan di avakirina rêxistinê de, şoreş hemû diyar in.

Pêvajoya kêşanê çawa pêş ket?

Adnan Îbrahîm: Di kişandina rêzefîlmê de gelek zehmetî û astengî hebûn. Komîna Fîlman li herêmên Kobanê, Efrîn û Cizîrê endamên xwe kom kir. Pêvajoya perwerde û nîqaşê meşand. Piştî wê kêşan dest pê kir. Pirsgirêka herî mezin gelek lîstikvan ezmûna xwe ya yekem bûn. Heta ku adaptasyon pêk hat, gelek beş dîsa û dîsa hatin kişandin. Armanca me jî perwerdehî bû ji rêzefilman. Tevî ku ji ber gelek bûyeran weke êrîşên dewleta Tirk kêşana me qut bûn jî, piştî 8 mehan kêşan bi dawî bû û qonaxa montajê dest pê kir.

Hat diyarkirin ku ev xebat di nava Komuna Fîlman a Rojava de hatiye kirin. Rêzefîlma Evîna Kurd bi çi hevkariyê hat çêkirin?

Ekîn Ronî: Komuna Fîlman a Rojava di van salên dawî de gelek xebat kir. Fîlmên girîng çêkirin. Wan jî di vê rêzefîlma dawî ya televîzyonê de gelek hewl dan û dema xwe ya giranbuha dan. Ez spasiya hemû kedkarên sînemayê, bi taybetî hevrê Haşim û Andok dikim. Ev xebat ji bo gelê Kurd destpêkek e, ez bawer im wê hevrêyên din jî xebatên baştir bikin. Hêvîdar im gelê me bi temaşekirina rêzefîlma Evîna Kurd kêfxweş bibe.

Hûn dikarin fîlmê danasînê li ser vê lînkê bibînin: