Li Qendîlê şagirtekî 66 salî!

Navenda Perwerdeyê ya Ehmedê Xanî ku ev 10 sal in li Qendîlê perwerdeya Kurdî dide, her sal dîplomayê dide bi sedan şagirtan. Yek ji van şagirtan Welatê Torî yê 66 salî ye, ku bi daxwazeke mezin bi ciwanên 50 salan jê biçûktir re hînî Kurdî dibe.

Navenda Perwerdeyê ya Ehmedê Xanî ku ev 10 sal in li Qendîlê perwerdeya Kurdî dide, her sal dîplomayê dide bi sedan şagirtan. Yek ji van şagirtan Welatê Torî yê 66 salî ye, ku bi daxwazeke mezin bi ciwanên 50 salan jê biçûktir re hînî Kurdî dibe.

Navenda Perwerdeya Ehmedê Xanî ku li Başûrê Kurdistanê li Çiyayê Qendîlê xebatan dimeşîne, ev 10 salin şagirtan perwerde dike. Li navenda ku şagirt û mamosteyên Kurdî tên perwerdekirin, pirtûkên dersê û wergerê jî tên amadekirin. Vê navendê di nava 10 salan de dîploma daye bi hezaran kesî. Li dibistanê niha dewreya duyem a salê dewam dike û bi giştî 43 şagirt perwerdeyê dibînin. Ji van jî yek Welatê Torî yê 66 salî ye.

Torî ku piştî 50 saliya xwe bi biryareke mezin xwe hînê xwendin û nivîsandin kir, heta niha bi sedan helbest nivîsiye. Bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û ji ber alîkariya ku daye gerîlayên Kurd rastî zextên dewleta Tirk hatiye. Torî yê bi salan li Tirkiyeyê bi qaçaxî jiyaye, di 1999'an de berê xwe da Çiyayên Kurdistanê. Welatê Torî bi gerîlayên Kurd re dijî û li çiyê hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Torî heta niha 200 helbest nivîsiye û dibêje ew li çiyê azad e.

KURDISTAN PIR XWEŞ E..

Welatê Torî da zanîn ku ji ber alîkarî daye gerîlayan bi salan rastî zextan hatiye û got: "Ji ber van zextan di 1999’an de ez bi rêyên qaçaxî hatim çiyê. Ev 16 sal in ez li vir im, rehet û azad im. Jiyana min li van çiyan guherî. Min xwe li vir nas kir. Piştî hatim çiyê, weke nû ji dayik bibim. Dema hatim 50 salî bûm. Li vir hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Berê qet neçibûm dibistanê. Xwendin û nivîsandina min tinebû. Piştî hatim di civînan de min dît ku heval radihêjin pênûs û kaxizê. Ez neheret bûm. Wê demê li gel me Mele Heyder ê Amedî hebû. Ez çûm cem wî û min got ez ê xwendin û nivîsandinê hîn bibim. Ev bersiv da min: Ti 50 salî ye. Ji vî salî şûn de ez çi fêrî te bikim. Min jî got 'ger ti hevalê min be tu yê nîşanî min bide'. Li ser vê ji min re alfabe amade kir. Min dest bi xebatê kir. Min destpêkê 'Kurdistan pir xweşe' nivîsî. Ez salekê li ser xebitîm. Min nav nivîsî. Min destpêkê navê xwe nivîsî û piştre yên din. Ne her roj, carna ders dida. Heta niha wiha berdewam kir."

MIN 200 HELBEST NIVÎSÎ

Welatê Torî da xuyakirin ku niha bi xwendin û nivîsandinê dizane û wiha pê de çû: "Lê şaşiyên min hene. Ji bo şaşiyan rast bikim hatim Navenda Ehmedê Xanî. Ev du meh in ez li vir qursê dibînim. Wek hevalên vir ez jî hîn dibim.  Ez xwe wek ciwanê 15 salî dibînim. Piştî min Kurdî xwend û nivîsand, min dest bi helbestan kir. Ez ji sala 2004'an heta niha helbestan dinivîsim. Min heta niha 200 helbest nivîsî. Li benda çapkirinê ne. Ez her tim dinivîsim. Helbestên min li ser şoreş û civakî ye."