Li Qendîlê perwerdeya Kurdî
Navenda Perwerdeya Kurdî ya Ehmedê Xanî ku ev 10 sal in li Qendîlê xebatan dimeşîne, her sal bi sedan xwendekarî perwerde dike.
Navenda Perwerdeya Kurdî ya Ehmedê Xanî ku ev 10 sal in li Qendîlê xebatan dimeşîne, her sal bi sedan xwendekarî perwerde dike.
Navenda Perwerdeya Kurdî ya Ehmedê Xanî ku ev 10 sal in li Qendîlê xebatan dimeşîne, her sal bi sedan xwendekarî perwerde dike. Ji rêveberên navendê Ronahî Eren da zanîn armanca wan, perwerdeya Kurdî belav bikin û got: “Dema hest, roman, helbest û çîrokên gerîlayan bi Kurdî bê nivîsandin, wateya wê zêdetir dibe.”
Di demeke ku li hemû Tirkiye, Bakurê Kurdistan û deverên ku Kurd lê dijîn perwerdeya Kurdî qedexe bû, li gelek herêmên çiyayê Kurdistanê perwerdeya Kurdî dihat dayîn. Di nava van de Navenda Perwerdeya Ehmedî Xanî ya 10 sal e li Qendîlê xebatan dimeşîne heye. Navend girêdayî Saziya Ziman e û ji 2005’an heta niha xebatan dimeşîne. Dibistan di navbera çiyayan de ligel çemekî hatiye avakirin. Her sal sê dewre perwerde dide. Dewreya niha ya duyem e. 3 polên wê hene û 43 xwendekarên wê hene. Ji welatên cuda 10 xwendekarên wê yên biyanî hene. Saziyê di nava 10 salan de ji 20’î zêdetir kurs daye. Heta niha bi hezaran xwendekar pêş xistiye. Ligel kursê wergerî jî tê kirin. Pirtûkên dibistanê tên amadekirin.
XWENDEKARÊN JIN ZÊDE NE
Ji ber germahiya hewayê perwerde saet di navbera 07.30 û 11.30’an de tê kirin. Piştî nîvro xwendekar zêdetir karê xwe yên din dikin.
Piraniya xwendekarên jin balê dikişîne. Em sedema vê jî ji rêveberê dibistanê dipirsin. Diyar dikin ku hema hema di hemû dewreyan de hejmara jinan zêde ye. Ev jî girîngiya ku jin didin Kurdî nîşan dide. Dîsa di vê dewreyê de xwendekarên biyanî hene û hemû jî bi Kurdî diaxivin. Di nava du mehan de êdî dikarin xwe îfade bikin. Daxwaza me ya ku em pêre biaxivin, qebûl nakin. Sedama vê jî ev e ku wêne û dîmen nedin…
KURDÎ XWEŞ E
Li navendê ji 19 salî bigire heta 67 salî xwendekar hene. Rêveberê navendê Ronahî Eren got navend 10 sal berê hatiye avakirin û wiha got: “Ev bi salane li ser gelê Kurd asîmîlasyon tê meşandin. Di civaka me de ziman zêdetir bi axaftinê tê bikaranîn. Gelek kes xwendin û nivîsandina wan tine. Ji ber hewcedariyê sazî di 2005’an de ava abû. Ji ber ku hestên gerîlayan bi Kurdî xweşiktir tê îfadekirin. Dema roman, helbest, çîrok bi Kurdî bê nivîsin, wateya wê zêdetir dibe. Di nava 10 salan de hemû xwendekaran encamên serketî bi dest xistin.”
Eren di berdewamiyê de wiha got: “Ji bo gerîlayan eleqeyek mezin heye. Ligel vê ji neteweyên cuda ciwan dixwazin gerîla û Kurdan nas bikin. Ji ber vê tên dibistanê, dixwazin Kurdî hîn bikin. Heta niha bi dehan kes hatin û li vir Kurdî hîn kirin.
EM DIXWAZIN DERSA SORANÎ Û ZAZAKÎ BIDIN
Me berê pirsgirêkên cidî jiyan. Bi taybet jî di aliyê pirtûk û metaryalan de. Me di peydakirinê de zehmetî kişand. Lê niha em rehetin. Tevî vê di zaravayan de pirsgirêk dihat jiyîn. Zêdebûna weşanên Kurdî pirsgirêkan kêm dike. Bi taybet di aliyê xwendekarên biyanî de em zehmiyetan dikêşin. Bi wan zimanan ferhenga me tine. Di demên pêş de em ê bi dewreyên Soranî û Zazakî vekin. Armanca me jî ev e ku em pirgsirêkên ragihandinê ji holê rakin.”
MAMOSTETIYÊ DIKE
Adar Gever ya ev du meh e li navendê mamostetiyê dike, bal dikişîne ser girîngiya perwerdeyê. Gever wiha got: “Ez li vê navendê mezûn bûm. Niha mamostetiyê dikim. Ev hesteke cuda ye. Li vir tenê Kurd tine ne. Ji Brezîlya, Arjantîn, Elmanya û Îtalyayê xwendekarên me hene. Em li vir gramera Kurdî fêrî wan dikin. Ev heval xweş bi Kurdî diaxivin.”
EM KURDIYA AZAD FÊR DIBIN
Xwendekar Cûdî Dêrik jî ji Rojava ye. Dêrik diyar dike ku bi salan zimanê wan ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye qedexekirin û lê li vir Kurdiya azad fêr dibin. Dêrik got: “Ez ji bo zimanê xwe fêr bikim hatim vir. Armanca min ev bû ku piştî ez zimanê xwe hîn bikim, nîşanî derdora xwe jî bidim. Ger her kes wisa bifikire wê zimanê me pêş bikeve.”
Têkoşer jî hîna 18 salî ye. Ew jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Têkoşer diyar dike armanca wî, çand û zimanê xwe fêr bibe û wiha pê de çû: “Ji ber ziman azadî ye, çand e û hebûn e. Her kes bi çand û zimanê xwe heye. Ger ev tinebûna wê mirov jî tinebûna.”