Li Qamişlo 381 kes tevlî ezmûna zimanê Kurdî bûn

381 şagirtinên zimanê Kurdî yên her sê astan ezmûnên xwe bi dawî kirin. Di nava şagirtan de Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan û Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo jî hebûn.

381 şagirtinên zimanê Kurdî yên her sê astan ezmûnên xwe bi dawî kirin. Di nava şagirtan de Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan û Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo jî hebûn.

Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) beriya 4 mehan perwerdeyeke zimanê Kurdî yên her sê astan ji bo şagirtên bajarê Qamişlo da destpêkirin. Di asta yekemîn de 255 şagirt beşdar bûn, di asta duyemîn de 52 şagirt beşdar bûn û di asta sêyemîn de jî 74 şagirt beşdar bûn. Piştî ku perwerde bi dawî bû, duh ezmûnê destpê kir. di van perwerdeyan de Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, şagirtên ji pêkhateyên Ereb û Suryan û şagirteke Rûsî jî hebûn.

Endamê Komîteya Çavdêr a ezmûnan Rêzan Hesen destnîşan kir ku ezmûnên ji 381 şagirtan re hatine çêkirin hemû pêkhateyên herêmê di nava şagirtan de hebûn.