Li Qahîreyê êrîşa bombeyî
Li Qahîreyê êrîşa bombeyî
Li Qahîreyê êrîşa bombeyî
Li paytexta Misir Qahîreyê di encama êrîşa bombeyî de 2 jê polîs 4 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîş li kolaneke qelebalix a li herêma Bulaq Ebu el Ela ya li qiraxa Çemê Nîlê rû da.
Di encama teqîna bombeyeke li binê karekê hatibû bicihkirin de 2 sivîl û 3 polîs mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Polîsan dor li herêma lê teqîn rû da girtin, lê he ta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser milê xwe.
Ji dema ku artêşa Misirê bi darbeyê Serokkomarê berê Mûhammed Mûrsî endamê rêxistina Biratiya Misilman ji desthilatdariyê daxistiye xwarê û vir ve, rêxistinên tund ên Îslamî êrîşên xwe zêde kirine. Çalakî û êrîş bi giranî li nîvgirava Sînayê rû didin. Di dema dawî de li paytext û herêmên din jî der bûn.