Li Perû otobus qelibî: 30 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Perû otobus qelibî: 30 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Emerîka Latîn welatê Perûyê, di encama qezayeke trafîkê de otobusek wergeriya û herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, otobusa rêwiyan a ji Tarma diçû Chanchamayo, îro danê sibê li nêzî bajarê Jûnîn qeza kir.

Otobus ji 50 metreyî wergeriya nava çem û di encamê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ekîbên rizgarkirinê, ji 54 rêwiyên di otobusê de 15 jê bi birîndarî rizgarkirin, lê cenazeyê 30 ji wan derxistin.

Rayedaran dan xuyakirin, ku hînê 9 kes wenda ne û ew bi fikarin ku hejmara miriyan zêde bibe.