Li Parîsê tûra ciwanan a ji bo çar rojan

Ciwanên Kurdistanî wê di 18 'ê Tebaxê de li paytexta Fransa Parîsê di tûra çar rojan de bên cem hev.

Tûra ciwanan a ku wê li Parîsê bê lidarxistin, wê ciwanên Kurd ên li gelek welatên Ewropayê dijîn, bîne cem hev.

Komîteya amadekar a çalakiyê bi daxuyaniyekê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku beşdarî çalakiyê bibin.

Komîteya Amadekar got, “Em ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, firsendê diafirînin ku di hawîrdoreke germ de bicivin. Ji bo vê jî me di navbera 18-21’ê Tebaxê de tûreke çandî û dîrokî organîze kir. Bi vê gerê em ê di çalakiya xwe ya çandî û dîrokî de hem fêr bibin û hem jî kêfxweş bibin. Em ê jî li vir jîngeha xwe ya Kurdistanî ya germ ava bikin. Em we hemûyan vedixwînin gera me ya mûzeyên dîrokî û cihên din ên girîng. Li ser vê bingehê em dixwazin we ciwan di nava xwe de bibînin.”

Ji bo qeyda tûra ciwanan 20 euro heqê serîlêdanê hewce ye.

Ji bo çalakiyê ciwan wê di roja 17’ê Tebaxê de li navnîşana 1”1 Rue Jean Jaurès 95400 Arnouville Les Goenesse Villiers Le Bel” li Navenda Çanda Kurd (La Maison Culturelle Kurde) bên cem hev.

Ji 18’ê Tebaxê pê ve, wê çar rojan rêze çalakiyên çandî bêne lidarxistin û di nav de serdana mûzexane û hin avahiyên dîrokî pêk bên.