Li Parîsê ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî

Li paytexta Fransayê li Parîsê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate kirin.

Li Parîsê endamên TEV-ÇAND Meclîsa Gonvedê ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan li ber Katedrala Notre Dames çalakî kirin.

Li ber Katedral Saînt- Mîchel Notre Dames  Meclîsa Govendê nivîsa ‘Lîberez Ocalan’ rakirin û çalakî kirin.

Bi sedan belavokên bi naveroka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan belav kirin. Turîstên derdorê pêwendiyeke zêde nîşan dan.

Endamê Meclîsa Govendê li ber pirsa Saînt Mîchel û li kuçeyê wir lîstikên gelêrî yên Kurd nîşan da û gotin, ‘’Ji Ocalan re azadî’’.

Endamên meclîsê got heta ku ew ji Ocalan agahî werbigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.