Li Parîsê di garaja otomobîlan de teqîn çêbû
Li Parîsê di garaja otomobîlan de teqîn çêbû
Li Parîsê di garaja otomobîlan de teqîn çêbû
Li paytexta Fransayê Parîsê di geracekî ya otomobîlan de teqînek çêbû di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da, kesek ji winda bû û 3 kes ji birîndar bûn. Gerac û Akademiya Çand û Hûnera Kurdî di yek kolanê de ye.
Teqîna bi bandor li kolana 10’emîna Parîsê ya Enghien pêk hat. Sedemê teqînê nehat zanîn lê têxmîn tê kirin ku encamê qezayekê de pêk hatiye. Rojnameya Le Parîsîen nivîsan ku di be ku teqîn ji ber bermîlekî mazotê pêk hatibe.
Teqîn di qeta bin erdê ya avahiyekî sê qet de çêbû. Kesekê jiyana xwe ji dest da, kesek jî winda bû û 3 kes birîndar bûm. Gelek maşîneyên îtfayê sewqî cihê bûyerê kirin. Di saet 17:00’ê şevê de wezîrê hindirîn Manuel Valls hat cihê bûyerê .
Garaja ku teqîn lê çêbûyî û Akademiya Çand û Hûner a Kurdî di heman kolanê de çend metreyan ji hev dûre.