Li Pakîstanê êrişa întiharî: 7 mirî, 68 birîndar

Li Pakîstanê êrişa întiharî: 7 mirî, 68 birîndar

Li eyaleta Belûcîstan a Pakîstanê, di encama êrişeke întiharî ya li dijî karwana mudurê asayîşê de, 7 kes mirin, 68 kes birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hundur ê Belûcîstanê Ekber Dûranî da xuyakirin, ku êrişa întiharî li hemberî Mudurê Asayîşê yê Kûetta Muştat Şukera hatiye kirin û bi wesaîteke bombebarkirî pêk hat.

Dûranî diyar kir, ku di êrişê de tonek teqemenî hatine bikaranîn û di encamê de 7 kes mirin e, 68 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin, ku di heman demê de li hin herêmên cûda yên bajêr êrişên bi rokêtan hatine kirin û zarokekî jiyana xwe ji dest daye.

Berpirsyariya êrişê heta niha kesî negirtiye ser milê xwe.