Li Pakîstanê êrişa hewayî: 17 mirî
Li Pakîstanê êrişa hewayî: 17 mirî
Li Pakîstanê êrişa hewayî: 17 mirî
Li Pakîstanê, di encama êrişa balafirên bê mirov ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê de, herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan, balafirên bê mirov ên Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê, îro destê sibê êrişî maleke "gumanbar" a li Bakurê Wezîristanê kirine.
Hat ragihandin, di encama êrişa hewayî de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Rayedarên Pakîstanî dan xuyakirin ku êriş li dijî rêxistina bi navê Hakkanî ya Emerîka ji xwe re weke gefeke mezin li Afganîstanê dibîne, hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, ev êriş êrişa duyemîn a hewayî ye ku di dema desthilatdariya Newaz Şefîr de li Pakîstanê rû didin.
Êrişa yekemîn di 8'ê Hezîranê de li Bakurê Wezîristanê rû dabû û di encamê de heft kesan jiyana xwe ji dest dabûn.