Li Pakîstanê du êrîşên xwekujî: Herî kêm 41 mirî
Li Pakîstanê du êrîşên xwekujî: Herî kêm 41 mirî
Li Pakîstanê du êrîşên xwekujî: Herî kêm 41 mirî
Li Pakîstanê îro du êrîşên xwekujî rûdan û hate ragihandin ku, herî kêm 41 kesan jiyana xwe jidest da, 20 jê giran bigiştî 150 kes birîndar bûn.
Êrîş li bazarek qerebalix ya li Paraşînar ku herêmek ya eşîriye, her wiha nêzî sinorê Efxanîstanê ku dikeve bakûrê rojavayê welat rû da.
Cot êrîşên xwekujî, dema ku xelkê beriy fitarê tişt dikirîn rû da. Rayedaran ragihand ku, di êrîşan de herî kêm 41 kesan jiyana xwe ji dest daye, 20 jê giran bigiştî 150 kes birîndar bûn.
Rayedarê herêmî Mehdûd Rîaz Mehsûd da diyarkirin ku, çalakvanên xwekuj ên bipiya, li nava bazarê bombeyên bixwe ve teqandin. Heya niha tu kesê êrîş negirtine ser xwe, rayedar jî Telîbana sûcdar dikin.
Ev êrîş bû ji destpêkê meha Remezanê heya niha bû êrîşa herî bixwîn ya li Pakîstanê.