Li Pakîstanê, bîlançoya êrîşa li dijî Xiristiyan giran dibe
Li Pakîstanê, bîlançoya êrîşa li dijî Xiristiyan giran dibe
Li Pakîstanê, bîlançoya êrîşa li dijî Xiristiyan giran dibe
Li herêma Peşawar a Pakîstanê, hejmara kesên di encama du êrîşên xwekujî yên li dijî dêrekê de jiyana xwe ji dest dan, derket 61'ê. Li Pakîstanê heta niha êrîşeke bi vî rengî li dijî Xiristiyanan nehatibû kirin.
Êrîş li bakurrojavayê welêt li bajarê Peşawarê, di derketina ji ayînê de rû dan.
Li gorî çavkaniyên nexweşxane û polîsan herî kêm 61 kesan jiyana xwe ji dest dan, 120 kes birîndar bûn. Fikar tê kirin ku hejmara miriyan zêdetir bibe. Li gorî daxuyaniya Berpirsyarê Îdarî yê Bajêr Şahîzade Anees rewşa piraniya birîndaran giran e.
XIRISTIYAN BI TENÊ JI SEDÎ 2'Ê NIFÛSÊ PÊK TÎNIN
Li Pakîstanê ku ji sedî 95'ê nifûsa 180 milyonî Misliman e, bi tenê ji sedî 2'ê nifûsê Xiristiyan in. Ev civata ku piraniya wê xizane û li cihêkariya civakî rast tê, her çend rastî çalakiyên dijwariyê hat jî, heta niha rastî êrîşên bi vî rengî nehatibû. Di sala 2009'an de li bajarê Gojra yê Pencap'ê girseyek ji nêzî hezar Mislimanî 40 mal û dêreke Xiristiyanan şewitandibû.
Li bakurrojavayê welêt gelek komên çekdar ên Îslamî hene. Di nava van de Tevgera Talîban a Pakîstanê ku serî li çalakiyên xwekujî dide, cih digire. Berpirsyariyê êrîşa li dijî Xiristiyanan, heta niha kesî negirt ser milê xwe.
Serokwezîr Navaz Şerîf êrîş bi tundî şermrezar kir û got, "Dînê terorîstan tineye û hedefgirtina sivîlan li dijî pîvanên Îslam û olên din e."